Jinan li Dêrsimê bang kirin: Emê serî li ber şîdeta dewleta zilam netewînin

Platforma Jinê ya Dêrsimê bal kişande ser zêdebûna êrîş û qetlîamên li ser jinan û destnîşan kir ku ew ê li ber şêwazê hikûmeta AKP-MHP’ê yê kujeran ji deriyê pêşî digire hundir û ji deriyê paş ve derdixîne û wana diparêze serî netewînin.

Platforma Jinê ya Dêrsimê têkildarî qetlîam û êrîşên li ser jinan ên di demên dawî de zêde bûne, li Kolana Hunerê daxuyaniya çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de pankarta li ser hatibû nivîsandin “Kuştina jinan polîtîk e. Em ê serî li ber şîdeta dewleta zilam netewenînin” hat vekirin û Rêxistina Dêrsimê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn. Li ser navê platformê Hevseroka HDP’ê ya Bajar Nazli Çelîk Oz daxuyanî da.

TUNE HESIBANDINA KURDAN

Oz bal kişand li ser qetlîamên jinan ên di demên dawî de li Şirnexê di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet ên desthilatdariya AKP-MHP’ê de çêbûyîn û got: “Ev qetlîama ku li Şirnexê pêk hatî, di demek a tunehesibandina Kurdekê û tunehesibandina îradeya jinek ciwan de çêbûye.”

TÊGIHIŞTINA DEWLETA ZILAM

Oz qala Fîrdevs Babat a li Şirnexê bi çeka cerdevanekê hat qetilkirin û qetilkirina jinek û 3 keçên wê ya ji aliyê hevjînê wê kir û wiha pêde çû: “Qalibê ku mêr li vir pê bê spartin; sorunên wî yên derûnî hene. Eşkereye ku desthilatdariya AKP-MHP’ê vî şêwazî diparêze. Ji deriyê pêşî digire û ji deriyê paş ve derdixîne… Li vî welatî rojen nîne ku jinek rastî kuştin, şîdet, tacîz û tecawûzê neyê. Di van rewşan de têgihiştina dewleta zilam a ku li ser bedena jinê hikûm birêve dibe, bi hişmendiyek a bedena jinê teşhîr dike parastina desthilatdariya xwe didomîne.”

Oz bal kişand li ser rewşa jina bi navê H.B. a ku rojên borî li Dêrsim-Pûlûrê ji aliyê cîranê xwe yê polîs ve rastî şîdetê hatî û got: “Em diyar dikin ku em li gel jina bi navê H.B. a ji ber ku sewal xwedî kirine û tîmar kirine, rastî şîdet û heqaretê hatiye ne. Ev şîdetê şermezar dikin û bang li komeleyên sewalan ên li Dêrsimê dikin.”

Daxuyanî, bi meşa jinan a ji Kolana Hunerê heta Qada Seyît Riza bi dawî bû.