Dayîkên Aştiyê ku xwestin kona binavê “Azadî ji bo Ocalan” li Deriyê Çiyê yê Amedê vedin polîsan destûr neda. Dayîkên ku helwesta polîsan şermezar kirin dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Li gorî agahiyan, di demjimêrên serê sibehê Dayîkên Aştiyê û BDP’iyên xwestin li Deriyê Çiyê yê Amedê kona binavê “Azadî ji bo Ocalan” vekin.
Polîsên ku bi hêjmarek mezin hatin qadê û destûr nedan konê vedin, xwestin jin belav bibin.
Di navbera polîsên dest danîn ser konê û jinan de rageşî çêbû, jinên ku helwesta polîsan protesto kirin, li Deriyê Çiyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.