Li Dêrik, Qamişlo û Kobanê çalakiyên 25’ê mijdarê

Li Dêrik, Qamişlo û Kobanê çalakiyên 25’ê mijdarê

Bi munasbeta 25’ê Mijdarê RojaTêkoşîna li hemberî Tundiya li dijî Jinê li bajarên Dêrik, Qamişlo û Kobanê çalakî hatin lidarxistin.

Li Dêrikê Rêxistina Yekîtiya Star li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê pêşandana fîlman hat kirin. Piştre helbestvana Kurd Bihar helbestên Kurdî xwendin.

Li bajarê Qamişlo jî bi heman armancê civînek hate lidarxistin. Civîn ji aliyê Rêxistina li dijî Tundiya li hemberî Jinê Sara ve hate birêvebirin. Di civîna ku bi dehan endamên rêxistinê û nûnerên rêxistina Jinên Azad û rêxistina Rewşen Bedirxan beşdar bûn de, rêvebera rêxistina Sara Muna Ebdilselam derbarê awayên tundiya li dijî jinan de  agahî dan.

Di civînê de her wiha li ser awayên pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinê hate rawestîn.

JINÊN KOBANÊ LI DIJÎ TUNDIYÊ ÇALAKÎ LIDAR XISTIN

Li Kobanê, xwepêşandana ji aliyê Yekîtiya Star ve hate orgenîzekirin li ber avahiya Navenda Perwerde û Zanistê ya Jinê bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Dalya Xelîl daxuyaniya Yekîtiya Star xwend. Di xwepêşandanê de Hevseroka Meclîsa Gel a Kobanê Eyşe Efendî, Endama Yekîtiya Star Sara Xelîl û Endama Înîsiyatîfa Jinên Sûriyê Rewşen Mehmûd jî axivîn.

Axaftvanan bal kişandin ser rola jinên kurd ên şoreşger a di avakirina civakeke demokratîk de. Her wiha hate gotin ku jinan karîbû xwe baş birêxistin bikin û komîte û hêzên xwe, yekîneyên xwe yên parastinê ava bikin.

Çalakî bi govenda li ber stranên hunermend Zozan Kobanê bidawî bû.