Li bajarê Darmstadt ya Almanyayê jinên kurd bi armanca bal bikişînin ser gireva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK’ê rêze çalakiyan pêk tînin.
Nêzî 50 jinên kurd duh di saetên êvarê de li Luîsenplatz yaDarmsdatê bi armanca balê bikişînin ser girevê dovîz hildan û belavokên bi almanî yên derbarê grevê de belakirin.
Îro li Bensheîm ya girêdayî Darmsdatê saet di 10.00’an de standa agahdarkirinê û kampanyaya îmzeyan ya ji bo Ocalan azadî hat vekirin. Stand heta dawiya salê her rojê sêşemê dê bê vekirin.
ÇALAKÎ DÊ ROJÊN PÊŞ BIDOME
Li bajarê Frankfurt, Darmstadt, Maînz çalakî dê rojê pêş de bidomin. Meclisa Kurd ya Gel a Heppenheim/Bensheim dosya amadekirin û wekê heyet dê pêşkêşî şaredariyên Bensheim û Heppenheim bikin.
Sibê li Mînz dê çalakiyeke runiştinê pêk were. Jinên kurd û saziyên eleiyan bi hev re ev çalakî organîze kirine û dê li Qada Ernst-Ludwig-Platz li ber parlamentoya Mainz saet di 11:30'an de dest pê dike û heta 15:00’an bi dawî be.