Li Cizîrê dê jin Melayê Fethûlahî protesto bikin

Li Cizîrê dê jin Melayê Fethûlahî protesto bikin

Jinên Cizîrê dê sibe bi meşekê melayê Fethulahî yê binavê M.D ku navê wî di îstîsmara zayendî ya 30 zarokên keç de derketiye, protesto bikin.

Hevseroka BDP’a Navçeya Cizîrê Emîne Bayar got, ew dê sibe di demjimêr 16.00’an de li ber Ocaxa Tenduristiyê ya Taxa Cûdî kom bibin û ber bi navenda navçeyê ve meşê li darxînin. Bayar got; “Em dê li dijî ‘melayên tecawuzkar’ yên AKP’ê bertekên xwe bînin ziman. Gelê Cizîrê bi serhildan û berxwedana xwe tê naskirin. Lê belê îro hikumeta AKP’ê ji bo Cizîrê bi bê exlaqiyê derxe pêş vê plansaziyê li ser melayan dike. Em ji bo helwestek bi onûr ya li hember van polîtîkayên qirêj û veşarî gelê Cizîrê vedxwînin meşa sibe.”

Li Şirnexê melayê Fethulahî yê binavê M.D ku derketibû holê, nêzî 30 zarokên keç yên têne qursa Quranê bi gefan tacîz kiribûn. Jina ciwan ya binavê H. di navbera salên 2004-2011’an de ji aliyê mela ve hatibû tecawuzkirin, dema ku ji Ajansa Nûçeyan ya Dîcleyê re axivî bû, bûyer ketibû rojevê. Jina ciwan ya niha li Mêrsînê ye, alîkariya psîkolojîk digire.