Li çiyayên Kurdistanê jinek Ereb

Li çiyayên Kurdistanê jinek Ereb

Yekbûna Ereb di nava Kurdan de mezin bû. Kurdî wekî zmanê dayika xwe diaxive, piştî ku cîhanê nas dike tevlî nava Tevgera Azadiya Kurd dibe. Yekbûn niha div nava enternasyonelên PKK’ê de cih digire û li Çiyayên Kurdistanê ji bo gelên Rojhilata Navîn têdikoşe û diyar dike ku ew bi vê yekê serbilind e.

Yekbûn diyar dike ku ew bi eslê xwe Ereb e. Sedema ji ber wê jî paşnavê wê Ereb e. Di nava hevalên wî de Yekbûn wekî Ereb tên nasîn. Yekbûn li Rojavahiyê Kurdistanê li gundê Tileylu ya girêdayê Dirbesiyê hatiye dinê. Gund ji Kurd û Ereban pêk tê. Dema ku erdnîgarî ya erdnîgariya Kurda bû, çand û zimanê Kurdan jî bi bandortir bû. Ji ber vê malbata Yekbûnê jî bi Kurdî diaxive.

Yekbûn, malbata xwe Kurdan, qadên ku lê jiyane wiha tîne ziman: “Çîroka me hinek tevlîhev e, ez dîroka me baş nizanim, lê eşîra me berê li nêzî çolan maye. Bê guman li gorî Kurdan xizantir bûn. Axa dewlemend herî zêde li Kurdistanê bû. Dewleta Suriyeyê jî Erebên li çolan girtiye û li cihên Kurd lê dijiyan bi cih kirine. Her wiha li gelek cihan axa Kurdan ji destê wan girtine û dane malabatên me yên Ereb. Bi vî awayî Ereb jî dewlemend bûne. Dewletê bi giştî malbatên Ereb li gund an jî deverên din berhev kirine. Malbata min jî li cihê Kurd lê dijiyan li gundê ku ez ji dayik bûme mane. Dewletê çiqas israr kiribe jî kalê min mayîna ligel Kurdan çêtir dîtiye.”

Malbata Yekbûn ku ligel Kurdan ma dostanî jî pêş xist. Malbatên ku nexwestine ji gundê Tileylu veqetin, Kurd jî li wan xwedî derketine. Rojekê malbat biçûk nexistine û ew ji xwe cuda nedîtine. Dewletê gelek caran li ser malbatê zext pêk aniye û gotine hûn çima dixwazin bi Kurdan re bimînin. Ji ber vê jî dewleta Sûriyeyê erd ji destê wan malabatan girtine û dane hin malbatên Ereb yên din. Lê ligel hemû zextan malbata Yekbûn ji Kurdan venqetiyane.

MALBATA WAN JÎ PIŞGIRÎ DAYE PKK’Ê

Piştî bandora PKK’ê zêde bû û bi gelek malbatên Kurd re malbata Yekbûnê jî bi PKK’ê re ketiye nava têkiliyê. Bi salên 1990’î re alîkariyê dane PKK’ê. Piştî ku aliyê siyasî jî di nava malbatê de belav bû dewleta Suriyeyê ji vê zêdetir hêrs bû bû. Jixwe dema ku di nava civakê de malbat PKK’yiyan biparêzin zextên liser malbatan zêdetir dibin.

Gerîla Yekbûn diyar dike ku dema PKK’yî dihatin mala wan gelek bandor li ser wê çêdibû û wiha dibêje: “ Axaftin, rabûn û rutiştina wan gelek bandor li ser min dihişt. Herî zêde di malbatê de ez guherîm. Min hin pirtûkên Rêber Apo xwendibû û min digot teqez divê ez wî bibînim. Min dixwest ez tevli partiyê bibim lê malbata min nedihişt. Heta wê demê Rêber Apo li Suriyeyê bû. di rojên taybet de bi gel re civiya. Min dixwest ez biçim wan civînan lê malbata min nedihişt. Sedema vê jî ev bû ku ez jin bûm.”

CÎHAN BÊ GEL HEV NEKARE BI GERÎLA

Yekbûn ligel hemû israra malbatê, ji bê haya malbata xwe ji PKK’ê re mîlîstiyê dike. Ev heta 2001’ê didome. Yekbûn di wê dîrokê de tevli gerîla dibe. Yekbûna ku tevli gerîla dibe heyecana wê zêdetir digire. Gerîla Yekbûn rojên xwe yên pêşî wiha vedibêje: “Nêzîkatiya hevalên min gelek baş bû. nêzîkatiya her hevalekî bi mirovan bixwebawerbûn dianî. Ligel vê xweşikbûna çiyan heybeteke mezin bi mirovan dida hîskirin. Piştî ku min çiyayên Kurdistanê dît, mîn got hemû cîhan bê cem hev dê nekaribe bi gerîlayan.

MIN RASTIYA XWE DÎT

Li aliyê din jî wekî jineke Ereb li çiyayê Kurdistanê gerîlatî hestên kûr pêk aniye. Yekbûn destnîşan kir rastiya gelên Rojhilata Navîn ji nêzî ve nas kiriye û wiha got: “Hevalên min perwerde da min. Ligel dîroka gelê xwe ez rastiya herêmê jî baş hîn bûm. Ev hemû di têkoşîna min de bûn dînamîkên sereke. Her ku min gelê xwe û dîroka jinê nas kir, min rola xwe ya li hemberî dîrokê zêdetir fêm kir. Di nava vê rastiya dîrokê de dilsoziya min ya PKK’ê zêdetir bû. Jixwe weke jineke Ereb baweriya min zêdetir bi min çêbû. Çi gel dibe bila bibe, PKK’ê zimanek bi kesan daye naskirin. Min jî rastiya xwe dît. Ez zêdetir tevlî têkoşîna azadiyê bû.”

PKK HEVDÎTINA GELAN

Yekbûn da zanîn ku li qadên PKK’ê ligel Kurdan ji gelên din jî hene û got k udi PKK’ê de gelek çand tên cem hev. Yekbûn wiha got: “Di nava evqas çand de hene, ev jî kêfxweşiyê dide mirovan. Gelên ku van cudahiyan di nav PKK’ê de dibîne zêdetir tevlî dibe. Bi taybetî di vê pêvajoyê de min gelek gerîlayên ku ne Kurd nas kir. Dîroka her gelî tê nasîn û dema mirov tevlî PKK’ê bidin xwe zêdetir nas dikin. Hevalên wekr min yên gelên cuda dema rastiya PKK’ê dibînin zêdetir kêfxweş dibin. PKK tevgereke bi her awayî vekirî ye.”