Li çiyayên Kurdistanê Bêrîtanek Tirk

Li çiyayên Kurdistanê Bêrîtanek Tirk

Gerîlaya jin Bêrîtan Melatya keçek Tirk e, lê têkoşîna gelê Kurd a li çiyayan çêtir dibîne û berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Bêrîtan sala 2010 an tevlî xebatên ciwanan dibe û di operasyona KCK ê de tê binçavkirin. Piştî ku polîs dizanin ew cihê xwe di nava xebatên ciwanan de digire, wê digirin. Bêrîtan dibêje; “Rastiya ku gelê Tirk niha dijî li zora min diçû.”

Gerîlaya jin Bêrîtan Meletî ya bi navê Hatîce Şeker sala 1988’an li bajarê Bakûrê Kurdistanê Meletiyê ji dayîk bûye û Tirk e. Bêrîtan Meletî zanîngeh dixwîne û têkoşîna azadiya gelê Kurd nas dike, paşê dest ji xwendina xwe berdide û berê xwe dida çiyayên Kurdistanê.

Bêrîtan di malbateke Tirk de mezin bûye. Naskirina wê bi tevgera azadiya gelê Kurd re nîne. Ji siyasetê dûr bû û tenê diçe dibistana xwe. Bêrîtan Melatya diyar kir ku wê tevgera azadiya gelê Kurd mîna tevgereke “terorîst” nas dikir û weha berdewam kir; “Berî ku ez biçim zanîngehê tenê kurdên ku kurdîtiya xwe înkar kiribûn û ji rewşa xwe razî bûn min nas dikirin. Ez diçûm Zanîngeha Sûtçî Îmam a Mereşê. Di wê zanîngehê de hevalên min yên Kurd hebûn, lê belê min nizanîbû ku ew welatparêz in û têkiliyên wan bi PKK ê re hene. Rojekê li zanîngehê ciwanên faşist êrîşî ser wan hevalên min kirin. Sedema wê êrîşê jî kurdbûyîna wan ciwanan bûn. Gava min nêzîkatiyê wan ciwanên Tirk yê faşist dîtin, gelekî li zora min çû û ez ketim nava lêgerînan.”

Bêrîtan Melatya piştî ku wan nêzîkatiyên faşîst dibîne, dikeve nava lêgerînan de, têkiliyên xwe bi ciwanên Kurd re xurt dike û bi vî awayî ciwanên Kurd ên welatparêz nas dike.

Gerîla Bêrîtan anî ziman ku ew bi tevlîbûna hevalekî xwe yê zanîngehê gelekî bandor dibe û weha pêde çû; “Çûyîna hevalê Pîro Semsûr ya çiyê gelekî bandor li min kir û piştî wê min xwest ez tevlî nava refên gerîla bibim. Lê belê hevalan xwestin ku ez beşdarî xebatên ciwanan bibim û wiha fêrî jiyana rêxistine bibim.”

DI OPERASYONÊN ‘KCK’Ê DE TÊ BINÇAVKIRIN

Bêrîtan sala 2010 an tevlî xebatên ciwanan dibe û di operasyona KCK ê de tê binçavkirin. Piştî ku polîs dizanin ew cihê xwe di nava xebatên ciwanan de digire, wê digirin. Bêrîtan nerazîbûna xwe ya li hemberî girtinê wiha anî ziman:

ZILMA LI KURDAN DIHAT KIRIN DIÇÛ ZORA MIN

Tenê danûstandina min bi ciwanên Kurd re hebû, wekî din ti delîlên wan nebû ku min bigirin. Polîs ji bo ku min qezenc bikin û ji PKK’ê bidin dûrxistin ketibûn nava hewldaneke mezin de. Di aliyekê de polîs dihatin bi ser min de û ji aliyek din jî malbat dihate ser min de û dixwestin ez ji PKK’ê dûr bikevim. Li hemberî polîsan herdem bertekên min yên neyînî hebûn, lê belê min dixwest ez rastiya PKK ê bi malbata xwe bidim naskirin. Ez şeş mehan di zîndanê de mam, li wêderê ez fêrî gelek rastiyan bûm. Rastiya ku gelê Tirk niha dijî li zora min diçû. Çavgirtina wan ji zordestiya pergalê re min hembez nedikir. Min gelekî hewl da ku ez bi riya parêznameyên Rêber Apo rastiya pergalê nas bikim û bibim xwedî îrade.”

Di pêvajoya pevçûn di navbera gerîla û artêşa Tirk de nînin û di heman demê de hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hene û di demek wiha de Bêrîtan serbest tê berdan.

HEWLDANÊN WÊ YÊN JI BO HATINA ÇIYAYÊN KURDISTANÊ

Gerîla Bêrîtan piştî ku di zîndanê de dibihîze hevalê wê Pîro Semsûr jiyana xwe ji dest daye biryar dide ku tevlî nava refên gerîla bibe. Lê belê malbata wê destûr nade vê yekê û wê di malê de digirin. Piştî ku sê mehan di malê de girtî dimîne, ji malê direve û berê xwe dide çiyayan.

GERÎLATIYA DESTPÊKÊ LI AMEDÊ

Bêrîtan piştî ku tevlî nava refên gerîla dibe, li herêma Amedê gerîlayetî dike. Mayîna xwe ya salekê li Amedê weha tîne ziman; “Piştî ku ez çûme Amedê min gerîla dîtin. Heval hemû gelekî baş nêzî min bûn. Bi tevlîbûna min ya gerîla gelekî dilşad bibûn. Min tu carî xwe di nava wan de biyanî hîs nedikir. Li Amedê gerîlayetî ji bo min şensekî mezin bû. Jiyana gelê Amedê û hestên wan yên welatparêziyê gelekî bandor li min kir. Min gelekî dixwest ez tevlî çalakiyan bibim, lê belê hevalan destûr nedidan. Tenê carekê ez beşdarî çalakiyê bûm. Gava ku min dengê teqandina mayîna hevalan bihîst gelekî li xweşiya min çû. Wê demê ez gelekî bi heyecan bûm. Ji ber ku tola hevalên min yên şehîd hate rakirin ez pir bi aram bûm.”

JI BO GELÊ TIRK BANG

Bêrîtan di dawiya gotinên xwe de bangî gelê Tirk kir û got;“ Bila gelê Tirk ji vê xewa kor şiyarbibin. Ew ji gelê Kurd hîn zêdetir bindest in, lê belê çavê xwe ji vê rastiyê re digirin. Hêza dewletê û hikûmeta AKP ê nîne ku aşîtî ji gelan re bîne. Ez hêvîdar im ku hemû gelê Tirk vê rastiyê bibînin û bibin xwedî îrade.”