Li Çinarê jinan rê li trafîkê girtin

Li Çinarê jinan rê li trafîkê girtin

Jinên Çinarê bi armanca êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê şermezar bikin û piştgiriya AKP’ê ya ji bo çeteyan şermezar bikin rêya Amed-Mêrdînê li trafîkê girtin. Hevşaredara Çinarê Rûkiye Eryilmaz axivî û banga têkoşîna li dijî DAIŞ’ê kir.

Di nav de Hevşaredara Çinarê Rûkiye Eryilmaz jî heye, aktîvîstên DOKH’ê û jinên Çinarê bi armanca protestokirina DAIŞ û AKP’ê rê li trafîkê girtin. Jinên li ber avahiya DBP’ê hatin cem hev ji vir ketin riya Amed-Mêrdînê. Pankart hat avakirin û rê li trafîkê hat girtin.

Ajokarên wesayîtan jî korna lêdan û piştgirî dan çalakiyê. Hevşaredar Rûkiye Eryilmaz axivî û got ku di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de jin û zarokên Kurd tên qetilkirin û bang li AKP’ê kir ku piştgiriya xwe bibire. Eryilmaz xwest korîdar vebe û dewlet nêzîkatiya xwe ya li hemberî Kurdan û Kobanê li ber çavan derbas bike.