Li cîhanê 50 hezar jinên ciwan di dema zayînê de dimirin

Li cîhanê 50 hezar jinên ciwan di dema zayînê de dimirin

Rêxistina sivîl a Înglîz Save the Children a ku di asta gerdûnî de ji bo mafên zarok û dayîkan têdikoşe, ragihand ku her sal 50 jinên ciwan di dema ducanî an jî zayînê de jiyana xwe ji dest didin.

Di rapora beriya konferansa plansaziya malbatan a ku dê ji aliyê saziyê ve di meha tîrmehê de bê lidarxistin de, tê gotin ku di dema zayîn û ducaniyê de herî zêde jinên ciwan ji komplîkasyon û nexweşiyan bandor dibin. Di raporê de hat gotin ku ji ber ku temenê van jinên ciwan ji bo zayînê baş nestewiyane, salane 50 hezar jin di dema zayînê de jiyana xwe ji dest didin.

Serokê saziyê Justin Forsyth got; “Ji ber ku dayîkên ku zarokan tînin tam negihiştî ne û bedena wan têra zayînê nake ev zarok jî bi awayeke skandal dimirin.”

Forsyth diyar kir ku ev yek ne tenê ji bo keçik, tenê mîna trajediyek e û bal kişand ku rîska mirina zarokên dayîkên temenê wan ji 18 salî kêmtir, ji sedî 60 e.