În-Salah, navçeyeke girêdayî paytexta Tamarassete ya Tuaregeyên Cezayirê ye. Ev der xwedî taybetiyeke ku ji neteweyên cuda jin û mêr lê hatine cem hev tê zanîn.
Jinên ciwan û dayikên bi zarok her roj tên vê qadê û li dijî gaza zinaran li ber xwe didin.
Baba Bîn Abdullselam ji ajansa nûçeyan a Fransî re axivî û got: “Em gaza zinaran naxwazin.”
Çalakgera jin Abdulsselam got: “Xweda binê Cezayîrê tijî gaz û petrol kiriye. Çima vê gaza zinarê ya ku zerarek mezin li tenduristiya me dikin, derdixin.”
Li Cezayîrê ji sedî 95 dahat ji îxracata pertrol û gazê tê. Lê tenê di bin erdê de gaz û petrol tine.
Di bin xaka Cezayîrê de tablayeke avê ya mezin heye. Ava ku ji bo jiyanê gelek girîng e, jin jê berpirsin.
Wek hemû şêniyên herêmê, jin jî ji derxistina gaza zinaran bi fikarin û diyar dikin ku xakê û avê qirêj dike.
Şîrketa petrolê ya cemawerî ya Cezayîrê Sonatrach di dawiya meha Qanûnê de li herêma În-Salah yekem kolandina xwe da destpêkirin û ji wê rojê û şûn ve rastî protestoyan tên.
Şîrketa Sonatrach diyar kir ku di dawiya meha Sibatê de daxuyaniyek da û got ku ligel bertekan wê xebatên xwe bimeşînin.
Li În-Salah ku gaza zinaran jê derdikeve ev du mehe bê navber çalakî lê pêk tên.
Piştî tevlîbûna jinan a çalakiyan, hikûmet li dijî demdirêjiya çalakiyan matmayî ma.Serokkomar Abdul Azîz Buteflîka bi dehan carî heyet şandin herêmê.
Jinên ciwan di eniya pêş ya kortejan de cih girt û yên din jî bo lojîstîkê pêk bînin li kampan kon vedan.
Jina çalakger Baba Bin Abdusselam, got ku ew dengên xwe didin Serokkomar Buteflika û got: “Em dixwazin ew jî guh bide daxwazên me.”
Jinek din jî got: “We li În Salah êrîşê me kir, me îxanetê me kir. We rûmeta me şikand. Hûn bi şîrketên biyanî re li dijî me derketin.”
Cezayîr ku ji bo dahatûya pertrola ku kêm bûye wekhev bike hesab dike ku li gaza zinar razemeniyê bike, lê ev jî rastî bertekên gel tê.
Gelê herêmê diyar dike ku ev xebat texrîbatek mezin li derdorê dikin û fikarê xwe tînin ziman. Xebatan ji niha de derdor qirêj kir.
Li gorî lêkolînên navneteweyî, Cezayîr piştî DYA, Çîn û Arjantînê xwedî rezervên herî mezin ê gaza zinaran a cîhanê ye.