Li Çewlikê jin heta adliyeyê meşiyan

Li Çewlikê jin heta adliyeyê meşiyan

Li gelek bajaran jin hatin Çewlikê, tecawiza ku li hember E. A. pêk hatibû şermezar kirin û heta Adliyeya Çewlikê meşiyan

Ji Amed, Colemêrg, Wan, Mêrdîn û Dêrsimê gelek jin ji bo piştgiriyê bidin meşa jinan hatin Çewlikê. Demek berê zaroka bi navê E. A. rastî tecawiza 8 kesên ku di nav de leşker jî hene hatibû û jin ji bo tecawizkaran şermezar bikin li avahiya BDP'a Çewlikê gihiştin hev û heta Adliyeya Çewlikê meşiyan. Jinan di meşê de bênavber dirûşmên 'Jin jiyan azadî', 'Dê dewleta tecawizkar hesab bide' berz kirin. 

Li ser navê jinan endama TMMOB'ê Şîlan Dalgin axivî û wiha got: "Wekî ku tê dîtin hiqûqeke ku jinan biparêze nîne. Jin jiyana xwezayî, azad û komunal ya hezar salan esas girtine û ji bo parastina zanist û xwezayê li hember netew dewletên dagirker têkoşineke mezin dane meşandin."

Jinan diyar kirin ku dê wekî jinên kurd, hemû cureyên şîdet, dagirkerî û tecawizê teşhîr bikin û bang li hemû kesî kir ku ji bo avakirina jiyana azad, li dijî polîtîkayên şîdetê helwesteke hevpar nîşan bidin.