Li Brukselê çalakiya jinan a bi zincîran
Li Brukselê çalakiya jinan a bi zincîran
Li Brukselê çalakiya jinan a bi zincîran
Li Brukselê jinan bi armanca şermezarkirina komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê yên li Şengalê û piştgirîdayîna jinên Êzidî, çalakiyek bi zincîran lidar xistin.
Çalakî li ser banga Komîsyona Jinê ya ABDEM ku ji pêkhateyên Navenda Demokrasî û Aştiyê ya Ewropayê Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJKE) û Federasyona Elewiyan li Ewropayê pêk tê hat lidarxistin, li Place de la Monnaie pêk hat.
Jinên çalakger kincên reş li xwe kirin û saet di 14'an de dest bi çalakiyê kirin. Jinan bi çalakiya xwe re bal kişandin ser drama mirovahiyê ya li Şengalê tê jiyîn û komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê dikin.
Ji bo piştgirîdayîna jinên Êzidî yên li Şengalê hatin qetilkirin, revandin û rastî destavêtinê hatine, belavok hatin belavkirin.
Jinan, bêdengiya emperyalîstên Ewropayê ya li pêşberî çeteyên DAIŞ'ê protesto kirin.
Di çalakiya ku du saetan dewam kir de rewşa li Şengalê, drama jinên Êzidî, berxwedana gelê Kurd a li dijî çeteyên DAIŞ'ê ji gel re hatin vegotin.