Li Bonnê li dijî qirkirina jinê meş hat lidarxistin

Li Bonnê li dijî qirkirina jinê meş hat lidarxistin

Navenda Jivana Jinê UTAMARA û Meclîsa Jinê ya Sara ya Bonnê, bi armanca şermezarkirina qirkirin û tundiya li hemberî jinê, li bajarê Elmanya Bonnê çalakiyek lidar xistin.

Nêzî 50 jinên li navenda bajarê Bonnê civiyan, pankarta bi nivîsa "Feminicide qirkirineke" vekirin û hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê li Iraq û Sûriyeyê tînin serê jinan, şermezar kirin.

Çalakgeran bibîr xistin ku li Iraqê 5 hezar jin ji aliyê DAIŞ'ê, li Nîjeryayê jî 300 xwendekar ji aliyê Boko Haramê ve hatine revandin û bang li tevahiya saziyên jinan kirin ku li kîjan devera cîhanê dibin bila bibin, li dijî qirkirina jinê bi çalakiyan rawestin.

Di çalakiyê de peyama "Em li dijî qirkirina jinê bibin yek û qirkirina jinê rawestînin" hat dayîn û gelek belavok hatin belavkirin.