Li Bonn û Kolnê çalakiyên 25’ê Mijdarê

Li Bonn û Kolnê çalakiyên 25’ê Mijdarê

Li bajarên Elmanya Bonn û Kolnê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinan çalakî hatin lidarxistin.

Têkildarî 25’ê Mijdarê li bajarê Bonn/Troisdorfê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurdan çalakiyek hate lidarxistin. Ciwanên ji Troisdorfê û Kolnê tevlî semînerê bûn.

Semîner bi rêzgirtinê destpê kir  û piştre nûnera Navenda Jinan a Utamara Sultan Oger axaftinek kir.

Oger têkildarî dîroka 25’ê Mijdarê agahî da û bibîr xist ku jin her tim li malê bi tundiya zilaman û li kolanan jî bi tundiya dewletê re rû bi rû ye. Oger da xuyakirin ku ji ber vê hişmendiyê bi hezaran jin bi tundiyê re rû bi rû dimînin û got: “Herî dawî jinên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine girtin tên tecawizkirin û li bazaran têne firotin. Ev yek berdewama vê hişmendiyê ye.”

Piştî axaftina Oger semîner bi beşa pirs, bersiv û gotûbêjan berdewam kir.

Li bajarê Kolnê yê Elmanyayê jî bi beşdariya meclîsa jinên Kurd ên herêmê û Platforma Jinan a Kolnê, qetilkirina Tugçe Akbayarak hate protestokirin.

Çalakî li ber Dêra Domê ya li Kolnê hate lidarxistin. Di daxuyaniya hate dayin, hat bibîrxistin ku Tugçe Albayrak li dijî zilamên ku jinek taciz dikirin derketibû û ew rizgar kiribû.

Di axaftinên li ser navê Platformê de hatin kirin, banga xurtkirina têkoşînê hate kirin.