Li Bîelê çalakî: Leyla Guven rûmeta me ye

Kurdistaniyên li Bîelê dijîn ji bo destekkirina gervên birçîbûnê û protestokirina tecrîda li ser Ocalan çalakiyek bi dirûşma ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ hate kirin û peyama bêdengî îxanet e hate kirin.

Çalakiyên ji bo piştgirîkirina greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayî destpêkirin li gelemperiya Ewropayê dom dikin.

Kurdisaniyên li bajarê Bîel ên li stasyona trenê ya Navenda Bîelê bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Meclîsa jinan a Arîm Mîrkan a Bîelê hatin ba hev bi çalakiyekê piştgirî dan Leyla Guven û tecrîda li ser Ocalan prtoestokirin.

Di çalakiyê de li ser navê Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan a Bîelê Sema Agirî daxuyanî da û bal kişand ser rewşa krîtîk a di serî de ya Leyla Guven û hemû berxwedêrên girvê. Agir anî ziman ji bo rakirina tecrîdê bi sedan kesî bedena xwe daye ber birçîbûnê lê hê jî hêzên navneteweyî û Ewropa bêdengin û neketine nava tevgerê.

Meryem Mintaş a axivî jî diyar kir ku Leyla Guven di roja 86’an de ye û got: “ Her roja diçe rewşa wê giran dibe. Leyla Guven rûmeta me ye. Em Kurd û jin em ê li qadan bin. Em destekê didin grevên birçîbûnê û em ê serokatiya xwe azad bikin.”