Li Bernê Qetlîama Parîsê hate protestokirin

Li bajarê Bern ê Swîsreyê di salvegera Qetlîama Parîsê de li pêşiya Sefaretxaneya Fransî çalakiyeke protestoyê hate kirin.

Li ser banga Yekîtiya Jinên Kurd ên Swîsre (YJK-S) li pêşiya Sefaretxaneya Fransayê çalakiyek hate kirin. Di çalakiyê de wêneyên yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansizî Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez hatin hildan.

Di çalakiyê de bê navber dirûşmên ‘Jin, jiyan, azadî, Sara, Rojbîn, Ronahî’, ‘Kujer Erdogan’ û ‘Ewropa fînase dike Tirkiye qetil dike’ hatin qîrkirin. Her wiha belavokên bi zimanê Elmanî û Fransî hatin xwendin.

Di belavoka hate xwendin de hate bibîrxistin ku tevî 7 sal in li ser qetlîama Parîsê re derbas bûye jî, hê jî dewleta Fransa qetlîam ronî nekiriye û ev hate gotin: “Eger ku dewleta Fransa vê qetlîamê ronî neke hevkar û berpirsê qetlîamê ye. Daxwaz ji Fransa dikin ku qetlîamê ronî bike.”

Di dewama çalakiyê de dosyaya têkildarî daxwaza ronîkirina qetlîamê ku hatibû amadekirin ji aliyê heyeta li ser navê çalakvanan radestî rayedarên sefaretxaneya Fransa kirin. Her wiha çelenga reş li pêşiya sefaretxaneyê jî hate danîn.

Di dawiya çalakiyê de banga tevlîbûnê li çalakiya 11’ê Çileyê li Parîsê bê lidarxistin hate kirin.