Li paytextê Swîsre Bernê, komek ya jinên Kurd ji bo balê bikişînin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike, avahiya sendîkaya Unia yê dagir kirin.
Komek ya jinên Kurd di demjimêrên 14.00’an de li ser avahiya sendîkaya Unia ku sendîkaya herî mezin ya karkeran ya li Swîsreyê ye û navenda wê li Bernê ye dest bi çalakiya xwe ya dagirkirinê kirin. Jinên Kurd yên ku ji bo balê bikişînin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev 397 roje didome, bê navber ji bo Ocalan slogan avêtin. Jinên ku pankartek mezin ya balê dikişîne ser tecrîda li ser Ocalan bicamê ve daliqandin, piştî wê dest bi çalakiya rûniştînê kirin, her wiha daxwaza hevdîtinê bi rayedarên sendîkayê re kirin.
Çalakiya ku xebatkarên sendîkayê bi eleqeyek mezin temaşe dikir, piştî ku rayedarên sendîkayê bersivek erênî da daxwaza jinên Kurd, heyetek ya nûneran çêkirin û hevdîtina bi rayedaran re destpê kir. Di hevdîtinên berdewam dikin de, çav li rê ye ji bo balê bikişînin ser tecrîda Ocalan û sendîka di vê mijarê de hînbêhtir hişyar be bê xwestin.
Hate ragihandin ku, li dijî çalakiya berdewam dike de heya niha mudaxeleyek ya polîsan çênebûye, her wiha rayedarên sendîkayê daxwaz ji polîsan nekiriye ku mudaxeleyê bikin.
Piştî hevdîtinê çav lê ye jin daxuyaniyek kurt bidin û dawî li çalakiya xwe bînin.