Li Bernê çalakiya "em edaletê dixwazin"

Li Bernê çalakiya "em edaletê dixwazin"

Li paytexta Swîsre Bernê, bi armanca ronîkirina kiryarên komkujiya Parîsê çalakiya "em edaletê dixwazin" hat lidarxistin. 

Çalakiya "em edaletê dixwazin" a her roja Çarşemê tê lidarxistin, vê heftê ji aliyê Komîsyoan Dayikên Aştiyê ya di bin sîwanê Meclîsa Jinan a Hozan Mizgîn de dixebitin, li ber konsolosa Franasyê hate lidarxistin.

Dayikên aştiyê bi pankartek li ser wêneyên sê şoreşgerên jin ên Kurd ên li Parîsê hatin kuştin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hebû û li ser nivîsa "Wir fodern die Gerechtigkeit" (Em edaletê dixwazin) nivîsandî, çalakiya dijderketina sivîl lidar xistin.

Dayikên Aştiyê di çalakiyê de pankart vekirin û bêyî xwe bilivînin li ser piyan sekinîn. Dayikan dan xuyakirin, ku heta komkujî were ronîkirin ewê çalakiya xwe dewam bikin. Her weha diyar kirin, ku ewê di hevdîtinên xwe yên bi rêxistinên civakî yên sivîl, sendîka, saziyên baweriyan ên li Bernê re, balê bikşînin ser komkujiya Parîsê.