Li benda mirina Reyhan Topal in?
Li benda mirina Reyhan Topal in?
Li benda mirina Reyhan Topal in?
Dadgeriya ku ev 1.5 sale der heqê gumanbar Mehmet Çakir û Suleyman Kuney ên ku mexdûra destavêtinê Reyhan Topal wan weke sûcdar nîşan didin doz venekiriye, daxwaza Topal a ji bo parastinê jî ji nedîtî ve hat. Dadgehê bi tenê biryar da ku gumanbar nêzî malê nebin.
Reyhan Topaln ku bi sedema ku polîsê teqawît Mehmet Çatir ê bi destavêtina sûcdar dike timî gefê lê dixwe, ji 3. Dageha Malbatê ya Stenbolê daxwaza parastinê kir, lê belê dadgehê ev daxawz ji nedîtî ve hat.
3. Dadgeha Malbatê ya Stenbolê, di şûna ku parastvanekî nêz bide Topal, mîna ku bi wan re li heman xanî dijî biryar da ku gumanbar xwe nêzî malê nekin. Dadgehê diyar kir ku ku ji xwe der heqê Mehmet Çakir de tedbîra dûrxistine heye û der barê gumanbarê din Suleyman Kuney û alîkarên wî Firat Demîr û Alev Akyay de biryar da ku 3 mehan xwe nêzî navnîşana Topal nekin, gefê lê nexwin, heqaretê nekin û zerarê nedin. Lê belê van tedbîran pêşî li gumanbar Mehmet Çakir negirtin. Reyhan Topal ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku rojan biryara dadgehê derket, Çakir gefa kuştinê lê xwariye. Topal got, "Ewlekariya jiyana min nîne. Eger tiştek bê serê min, di serî de Çakir, Emniyeta ku hewl dide ser bûyerê binixumîne, dadgeriya ku naxwaze parastvan bide min, berpirsyar in."
1.5 SAL E DOZ NEHATIYE VEKIRIN
Li Tirkiyê, ji ber ku dadgerî daxwazên jinan red dikin, her roj jin tên kuştin an rastî destavêtinê tên. Yek ji van mînakan jî Reyhan Topal a rastî destavêtinê hatiye. Topal beriya sal û nîvekê li Amîriya Asayîşê ya Kagithaneyê, li ber çavên personelan rastî destavêtina Mehmet Çakir û du polîsên fermî hat. Topal a ku ev travma ji xwe ser neavêt, ji aliyê Çakir û Suleyman Kuney ve hat revandin û careke din rastî destavêtinê hat. Topal a ku ji vê destavêtinê ducanî ma, her çedn ji bo testa cenîn serî li Saziya Tipa Edlî da jî, der heqê bersûcan de doz nehat vekirin.
Reyhan Topal di çarçoveya qanûna pêşîgirtina li tundiya li jinê û parastina malbatê ya bi hejmara 6284'an 27 caran serî li Dadgeha Malbatê da û her carê ev daxwaza wê ji nedîtî ve hat.
Parêzeran Topal Eren Keskîn bibîr ku tevî di ser bûyerê re nêzî 2 sal derbas bûne jî dozgerî bi biryar dozê venakin û destnîşan kir ku eger tiştek bi serê muwekîlê wê were, dê berpirsyarê vê dewlet be.