Li Başûrê Kurdistanê parêzvanên mafê mirovan ev demek dirêje li dijî sineta jinan kampanyayan birêve dibin. Saziya bi navê WADI ku di derbarê vê mijarê de her sal bi deh hezaran jinên ciwan dibin qurban, ragihand ku, bi taybet li Kerkûk û derdorê wê sineta jinan pir zêdeye.
Li cîhanê sineta jinan herî zêde li Bakûr û Navenda Afrîqayê û hinek herêmên Pakîstanê tê dîtin. Ev pêkanîn li Başûrê Kurdistanê jî pir zêdeye. Sinetkirina jinan ya ku qet têkiliya xwe bi Îslamiyetê re tuneye, tê dîtin ku beriya Îslamiyetê xwe dispêre kevneşopiyekî qebîleyan.
Li Başûrê Kurdistanê ji ber ku sineta jinan bi taybet li herêmên girêdana olî pir zêde tê dîtin, Hikumeta Herêma Federal ya Kurdistanê jib o rawestandina vê destpêkê dixwaze mirovên oldar bixe dewrê.Wezîrê Tenduristiyê Tahir Hewramî sala borî daxuyaniyek dabû û xwestibû jib o tekoşîna li hember sineta jinan mirovên oldar rolekî bandorker bileyîzin û bivî awayî mirov wê li dijî vê pêkanînê bibin xwedî agahî.
Li gorî agahiyên WADI’yê li bajarê Kerkûk û derdora wê ya Başûrê Kurdistanê sedê 40’ê jinan hatine sinetkirin. Ev rêje jib o jinên Kurdan yên derdora Kerkûkê digehe sedê 65, 4. Jinên Ereb ev rêje sedê 25,7, di jinên Tirkmen de jî sedê 12,3’ye.
Parêzvanên mafê jinan dan diyarkirin ku ev agahî li gorî daxuyaniyên jinan bixwe derxistine, da diyarkirin ku ev rêje pir zêdetire.
Li gorî lêkolînên hatine kirine, di sineta jinan de bandora herî mezin, dayîk û dapîr dike. Dayîk û dapîr jib o sineta jinan bêkirin zextan dike. Her wiha di mijara sineta jinan de bandora zilaman pir kême.
Li gorî lêkolîna WADI ya li Kerkûkê hatî kirin û sineta jinan ya di nav malbatên Ereb û Tirkmen de hatî dîtin, aşkera dike ku tenê di nav civaka Kurd de ev pêkanîn tê dîtin, tê texmîn kirin ku bigiştî li Rojhilata Navîn bê dîtin.
Li gorî xebatkarê WADI Gola Ahmet Hama li Pishdera nêzî Silêmaniyê jib o jinan weke cehenemekê ye. Sedê 95’ê jinên li Pishder û derdora wê hatine sinetkirin. Li herêmê tenê li du gundan ev pêkanîn tuneye.
Li Pishderê hema bêje hemû zewac bi şeklê xwezgînî tê kirin. Di sê mehên destpêkê yên sala 2012’an de li qesabayê 5 kuştinên “namûsê” yên jinan û 8 hewildanên întîharên jinan rû da.
Sala borî Hikumeta Herêma Federal ya Kurdistanê bigiştî sineta jinan qedexekiribû. Lê belê hêjan bi awayek fermî Kerkûk biser Hikumeta Kurdistanê ve nehatiye girêdan. Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm aşkera kir ku, ew her çendî ku sempatiyekê li beramberî qedexekirina sineta jinan jiyan dike jî, heya niha derbarê vê de ti hewildan ne dane.
Li tevahiya Iraqê di derbarê vê mijarê de qedexeyek ne mijara gotinê ye.