Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8'ê Adarê: Em ê têkoşînê geş bikin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çalakiyên 8'ê Adarê de soza geşkirina têkoşînê hat dayîn.

Li Reqa, Minbic, Eyn Îsa, Kobanê, Hol û Hesekê bi nêzîkbûna 8`ê Adarê re çalakiyên cihereng li dar xistin. Di wan çalakiyan de teqezî bi berdewamkirina têkoşînê li hemberî pergala baviksalariyê hate kirin û hate diyarkirin ku şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewama têkoşîna jinan a 8`ê Adarê ye.

REQA

Li Kantona Reqa û Minbicê Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbyayê du meşên cuda bi dirûşma "Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirinê û dagirkerî û tecrîdê têk bibin" li dar xistin. Her wiha li Kantona Kobanê û bajarê Hesekê jî semîner, civîn li dar ketin û serdan hatin kirin.

Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan beriya meşê şanoyek pêşanda. Dûre meş dest pê kir û girseyê heta Qada Jina Azad meşiyan.

Li qadê berdevka Meclîsa giştî ya Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Xaliye Kecwan axivî û têkoşîna jinan li her derê silav kir.

MINBIC

Jinan li Kantona Minbicê ji çerxerêya El Sefîne heta qada giştî meşiyan.

Li qadê, hevseroka Meclîsa Gelan a Demokratîk a Kantona Minbicê Sîham Hemo axivî û got: "Serhildana jinan a 19`ê Tîrmehê berdewama têkoşîna jinan a 8`ê Adarê ye. Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî pergalên zordest serî hildan û ji tevahî jinan re bûn mînak."

DÊRAZOR

Şêniyên Kantona Dêrazorê ji pêşiya avahiya rêxistinên civaka demokratîk dest bi meşê kir. Li cihê meş rawestiye, koordînatora Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbya Xîtam El Hisên axivî û got: "Çirûska 8`ê Adarê berhema têkoşîna jinan di dîrokê de li hemberî zordestiyê ye."

Endama rêveeriya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê Hena El Elî jî ev roj li jinan, dayîk û hevjînên şehîdan pîroz kir û bang li jinan kir ku tê bikoşin ji bo ku azadiya xwe bi dest bixin û destkefiyên xwe biparêzin.

EYN ÎSA

Meclîsa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi koordîneya Kongra Star a navçeya Eyn Îsayê panelek li dar xist. Di panelê de rol, têkoşîn û destkefiyên jinan hatin nasandin. Bi dehan şêniyên navçeyê tevlî panelê bûn.

HOL

Li navçeya Holê ya bajarê Hesekê karmendên jin ên saziyên navçeyê 8`ê Adarê li saziyên leşkerî û ewlehiyê pîroz kir. Ji bo ku serdana saziyên ewlehiyê û leşkerî bê kirin, karmendên jin komîte ava kirin ku serdana navendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn -Jin, Trafîk, Dîsplîna Leşkerî, Akademiya Komandos û Hêzên Parastina Cewherî (HPC) hate kirin.

HESEKÊ

Kongra Star li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê civînek li hola PYD`ê li dar xist. Di civînê de endama rêveberiya Kongra Star Dilara Efrîn axivî û destnîşan kir ku têkoşîna jinan û destkeftiyên wan ji aliyê netewdewletê û pergala baviksalariyê ve hatin helandin.

Di heman çarçoveyê de Meclîsa Jinan a PYD`ê li xwaringeha Xabûr a li bajarê Hesekê panelek li dar xist. Di panelê de dîroka jinan di dîrokê de û dîroka jinan di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatin nirxandin.

Jinan bang kir ku ji bo ku jin bibe hêzeke çalak li ser asta Sûriyeyê û li hember siyasetên li dijî azadiya jinan bê sekinand, têkoşînê mezin bikin û ji vê bêtir xwe birêxistin bikin.

Di dawiya panelê de sinefizyonek têkildarî şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate pêşandan.