Li Aydinê jinek hat qetilkirin

Li navçeya Dîdîm a Aydinê, mêrê bi navê Levent Gîrgîn, hevsera xwe Fîlîz Gîrgîn qetil kir.

Li navçeya Dîdîm a Aydinê Levent Gîrgîn (29), hevsera xwe Fîlîz Gîrgîn (21), bi çekê birîndar kir. Fîlîz Gîrgîna bi xedarî birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Fehîm Faîk Kocagoz a Dewletê ya Sokeyê, tevî hemû midaxeleyan jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Gîrgînê ji bo otopsiyê şandin Saziya Tiba Edlî ya Îzmîrê.

Leveng Gîrgîn ê piştî bûyerê reviya, di mala ku xwe veşartibû de hat desteserkirin û li edliyeya sewqê wê bû, biryara girtina wî hat dayîn.