Li Awûstûrya, Fransa û Almanyayê çalakiyên 25’ê Mijdarê
Li Awûstûrya, Fransa û Almanyayê çalakiyên 25’ê Mijdarê
Li Awûstûrya, Fransa û Almanyayê çalakiyên 25’ê Mijdarê
Di çarçoveya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê de li navendên cuda yên Awûstûrya, Almanya û Fransayê jinan çalakî li darxistin.
STRASBOURG
Ji ber sedemeka 25’ê Mijdarê li Strasbourgê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd li bi slogana “Li 3 Mirabel’ tê 3 Jinên Milîtanên Kurd” çalakî li darxistin.
Li qada Kleberê di demjimêrên şevê de nêzî sed Kurdistaniyên ku piraniya wan ji jinan pêk dihat di çarçoveya 25’ê Mijdarê de çalakiyek li darxistin. Jinên Kurd yên beşdarî çalakiyên bûne wêneyên 3 jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatîn qetilkirin hilgirtin û tîşortên li ser ‘Ez Sakîne me, Fîdanim, Leyla me’ hatîn nivîsandin wergitin. Di çalakiya ku meşale pêxistîn de pankerên “Komkujiya Parîsê komkujiya jinê ye”, “Bila dawî li tundiya li ser jinê bê” hatin vekirin.
Di çalakiyê de daxuyaniyekî ji aliyê Tevgera Jinên Kurd yên li Ewrûpayê (TJKE) ve hatî amadekirin hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku xwişkên Mirabel yên di sala 1960’an de li Komara Domînîkê hatîn qetilkirin ji bo jinên berxwedêr û têkoşînê didin meşandin bûne sembol. Di daxuyaniya TJKE’ yê de hat destnîşan kirin ku 3 jinên Kurd yên li Parîsê hatîn qetilkirin parçeyek ji vê têkoşînêye û wek Mirabel wan jî ji bo mafê gelan parastin hatin qetilkirin.
Di çalakiyê de, di axaftinên hatin kirin de hat diyar kirin ku, Jinên Kurd wê li dijî sîstema desthildariya zilam berxwedanê bidin meşandin û di derbarê qetliama Parîsê de peyam dan.
Çalakî bi sloganên bi zimanê Kurdî û Fransî bi dawî bû.
VIYANA
Meşa ku li paytexta Awûstûrya yê Viyanayê di 25’ê Mijdarê de çêbûyî de gelek jinên Awûstûryayî, penaber û Jinên Kurd beşdar bûn. Jinên Kurd bi posterên 3 jinên Kurd yên li Parîsê hatin qetilkirin beşdar bûn. Jinên Kurd li ber Îstasyona Rojava daxuyniyek dan. Di daxuniya li vê de rê hatî kirin de di serî de Tirkiye û hemû rejîmên paşketî û zayendî hatin şermezar kirin. Çalakî bi sloganên “ Jin jiyan azadî” û tilîliyan bi dawî bû.
HANNOVER
Li bajarê Almanyayê Hannover ê bi wesîleya 25’ê Mijdarê şevê din di rêya herî ronî de jinên Kurd, Alman û Tirk hatin gel hev û mitîngek lidarxistin. Nûnerên Komîsyona Meclisa Jinên Hannoverê, MLPD, Courage, Jinên Nû û Yeketiya Jinên Sosyalis beşdarî meşê bûn. Di axiftinên ku ji aliyê nûnerên jinan ve hatîn kirin de dan diyar kirin ku, tundiya li ser jinê zêde bûye. Bang li jinan kir ku xwedî li têkoşîna jinên Kurd yên li Parîsê hatîn qetilkirin derbikevin.