Li Amûdê Navenda Perwerde û Zanistî ya Jinan hat vekirin

Li Amûdê Navenda Perwerde û Zanistî ya Jinan hat vekirin

Bi dirûşma (Jineke Azad Civakek Azade) Rêxistna Yekîtiya Star li bajarê Amûdê roja sêşemê 3 meha tîrmehê Navenda Perwerde Zanistî ya Jinan vekir. Di ahenga vekirinê de bi hezaran jinên hemû beşên civakê û jinên ereb beşdarbûn. Aheng bi kêliyek bê deng li ser giyana hemû pekrewanên azadiya kurdistanê hat desy pêkirin.

Piştre jinên Koma Agirî bi sitranên xwe beşdar çoşkirin. Herweha endama kordînasyona yekitya star Çinar Amûdê di axavtina xwe de got: "Vekirina navenda jinê li bajarekî mina Amûdê tiştekî pir bi wateye ji ber hu jina Amûdê ya sebilind tu carî sere xwe ji zilmêre ji ne xweşyê re danexistiye". Herwiha bang li jinan kir da ku li mala jinê xwedî derkevin û bal kişand li ser giringiya navendên jinan ji ber ku ev navend nw tenê cihên çareserkirina pirsgirêkan ne, lê belê pêwîste her jin li van navendan xwe perwerde bikin û bi rengekî çalak cihê xwe di hemû beşê jiyanê bigirin.

Piştre hev seroka melisa gel li bajarê Amûdê Xaliya Hecî Qasim ji jinan re axivî û sipasya hemû jinên keda xwe di avakirina mala jinê de kir û got: "Ev mal jib o hemû jin tê de vîna xwe nasbike".

Ji jinên Ereb jî li ser navê koma ya tê bi navkirin (YEM ji bo alîkariya civakî û deronî ji bo jinê û zarokan" ya go piştî go şoreşa azadiyê li Sûrî hat damezrandin, andamek axivî û got: "Em sekeftinê ji navendêre dixazin û bi hêvîna go dema pêş em karibin karekî hevbeş bi hevera bikin".

Jinên Bajarê Tirbespiyê wêneya şehîd Amara diyarî navendê kirin. Li ser nave meclisa gil û ya jinên Dirbêsiyê gotinek ht xendin û gelek gotinên din hate xewndin.Di dawiya ahengê de dayikê şehîdên jin yê ji bajarê Amûdê navend vekirin.