Li Amedê qetilkirina jinan hat protestokirin

Li Amedê qetilkirina jinan hat protestokirin

Endamên "Platforma emê li dijî qetilkirina jinan rawestin" ên beşdarî rûniştina doza Fatma Atagun a li navçeya Pîranê di 8'ê Nîsanê de ji aliyê hevalê xwe ve hat qetilkirin bûn, qetilkirina jinan protesto kirin.

Endamên "Platforma emê li dijî qetilkirina jinan rawestin" li ber Edliya Amedê daxuyaniyek dan çapemeniyê û qetilkirina jinan şermezar kirin.

Jinên ku ji bo beşdarî rûniştina doza xwendekara amadeyî Fatma Atagun a li navçeya Pîranê di 8'ê Nîsanê de hat qetilkirin bibin, hatin Edliya Amedê bal kişandin ser qetilkirina jinan û xwestin berpiryar bi cezayê herî giran werin cezakirin.

Elîf Kara li ser navê endamên platformê daxuyanî da û diyar kir ku li dû her jina tê qetilkirin êş û hêrs zêdetir dibin. Kara ji bo bidawîbûna qetilkirina jinan bang li rayedarên hikûmetê kir û got, "Ji bo kujerê xwişka me Fatma Atagun û kujerên din bi cezayên herî giran bên cezakirin, em qêrîna xwe digihînin kolanan, meydanan û ber edliyeyan. Heta ku edalet bicih were anîn, emê meşa xwe ya li gel malbatên xwişkên xwe yên hatine qetilkirin, bêrawestan dewam bikin. Hikûmeta ku dibêje ji bo parastina jinan polîsê me tineye, ji bo kontrolkirina malên xwendekaran hemû derfetên xwe seferber dikin. Daxuyaniyên welê didin ku dikarin rê li ber qetilkirina gelek xwendekarên jin veke. Wezîra Polîtîkayê Malbat û Civakî Fatma Şahin dibêje ewê pêşî li 20 hezar cihêbûnê bigirin. Hikûmeta ku di mijara jiyana jinan de nafikire, di mijara astengkirina jiyana jinan de dikeve nava hewldaneke bêhempa.     Lê divê hûn jî vê baş bizanibin; ji bo jin beriya bê qetilkirin were parastin, ji bo kujerên jinan bi cezayê girtîgehê yê heta hetayê bên cezakirin û ji bo dawî li polîtîkayên jinan hedef nîşan didin bê anîn, emê têkoşîna xwe heta dawiyê dewam bikin."

Berdevka "Platforma emê li dijî qetilkirina jinan rawestin" Elîf Kara ragihand ku ew li gel xizmên jinên li Amed û Sêrtê hatine qetilkirin in û got, "Em îro li vê derê bi malbata Guldane Poçak a meha derbasbûyî ji şaneşîna mala xwe ya li Amedê hat avêtin û qetilkirin in. Her wiha em li gel mablata Esîn Işik ku me rê li ber cezakirina kujerê wê vekir in. Em ji vê derê careke din diyar dikin ku heta kujerê Atagun bi cezayê herî giran bê cezakirin emê vê dozê bişopînin û dibêjin, bila êdî xwişkên me neyên kuştin."