Li Amedê jin dîsa ji bo Leyla Guven hatin cem hev

Jinên endamên DAKAP'ê li ber girtîgeha Tîpa E'yê ya Amedê hatin cem hev û gotin, ''Em ê bi paş ve gav neavêjin'' û Leyla Guven slav kirin.

Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP), bi armanca êrîşa polîsan a li dijî endam û rêveberên xwe yên du roj berê li pêş Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ji bo piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven daxuyanî dan û hatin destgîrkirin, li pêş AZC Plazayê kom bûn û meşiyan heta Egîtim Senê. Jinan diyar kirin ku bi paş ve gav navêjin û wê bêtir dengê xwe bilind bikin. 
 
Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP), li pêş AZC Plana ya Ofîsa Amedê kom bûn û êrîşa polîsan a li dijî endam û rêveberên xwe şermezar kirin. Nûnerên DAKAP'ê, bi armanca êrîşa polîsan a li dijî endam û rêveberên xwe yên du roj berê li pêş Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ji bo piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven daxuyanî dan û hatin binçavkirin, daxuyanî dan û êrîşa polîsan şermezar kirin. Polîsên ku dora Endamên DAKAP'ê pêçan, diyar kirin ku bi biryara walîtiyê dayîna daxuyaniya li vir qedexe ye. Li ser astengiya polisan jin meşiyan Şaxa Hêjmar 1 a Egîtim Senê ya Amedê. Jinan di meşê de dirûşmeyên “Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin", “Jin Jiyan Azadî”, “Leyla Guven rûmeta me ye" û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Jinan di meşê de bi tîlîyan astengiya polîsan şermezar kirin. 
 
Endamên DAKAP'ê li avahiya Şaxa Egîtîm Senê daxuyanî dan û pankarta “Leyla Guven mafdar e, divê tecrîd rabe." vekirin. Berdevka DAKAP'ê Selma Yusma diyar kir ku desthilata  ku her diçe otoriteriyê li ser civakê pêş dixe, ji bo demokrasî û hiqûqê ji holê rake bêtir tundiyê li ser civakê ferz dike.  Selma Yusma, anî ziman ku ew dê li dijî vê tundiya polîsan li serdozgeriyê gilî bikin. Yusma, da zanîn ku ew dê gavan pave navêjin. Yusma, bang li wezareta dadê û rayedarên navneteweyi kir û xwest daxwazên Leyla Guven pêk bînin.