Li Amedê ji bo jinan şano
Li Amedê ji bo jinan şano
Li Amedê ji bo jinan şano
Yekîneya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo jinan atolyeya şano vekir.
Yekîneya Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin Amedê, li atolyeyên erbane, wêne û wêje yên ji bo jinan atolyeya şano zêde kir.
Atolyeya ku beriya du mehan ava bû û mamostetiya wê şanoger Ayşe Sir dike, bi 9 jinan xebatên xwe dimeşîne. Jin niha xebatên xwe yên ji bo lîstina lîstika "Mutbex" a Mûrathan Mûngan dewam dikin.
Berpirsyara Yekîneya Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Muzeyyen Anik Aydin ragihand ku ew dixwazin bi atolyeya şano re jinan û hunerê bigihêjînin hev.
Mamosteya atolyeyê şanoger Ayşe Sir jî diyar kir ku dema pêşniyara atolyeyê lê hat kirin, wê ev yek bi dilxwazî qebûl kiriye û got, "Dema me dest bi atolyeyê kirin, kîjan xebatên destpêkê pêwîst bû me kirin. Niha jî ji bo lîstina lîstika Mûrathan Mûngan a bi navê "Mutbex"ê em dixebitin."
Sir ragihand ku piraniya jinên di atolyeya şano de cih digirin jinên xebatkar û dayik in û got, "Jinên xwedî zarok û berpirsyariyên mala xwe ne. Her çend dema me gelekî kêm e jî di nava saetekê de em hewl didin karekî serketî bikin."
MIN JI XWE BAWER KIR
Personela Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Şervîn Anik anî ziman ku dema wê bihîst Yekîneya Jinê atolyeya şano ava dike ew gelekî bi heyecan bûye û destnîşan kir ku kêm be jî wê pirsgirêka baweriya ji xwe çareser kiriye û ev yek jî bi saya atolyeyê kiriye.
Ji şagirtên atolyeyê û personela şaredariyê Denîz Tantekîn jî diyar kir ku beriya niha qet nedihat bîra wê ku bi dengekî bilind pirtûkê bixwîne, lê belê dema piştî dest bi karê atolyeyê kir bi saya mamosteya atolyeyê bi dengekî bilind êdî li ser dikê pirtûkê dixwîne û dibêje ez jî di jiyanê de heme.
Armanca niha ya jinan ew e ku di dawiya xebatên atolyeyê yên beriya du mehan destpê kirin û dê du mehên din jî dewam bikin de, vê lîstika xwe bi taybetî di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de pêşkêş bike.