Li Amedê ji bo jinan perwerdehiya teşîsa zû ya penceşêrê

Li Amedê ji bo jinan perwerdehiya teşîsa zû ya penceşêrê

Ji ber sedema bernameya ‘Di pençeşêra memikan de agahdarî’ Navenda Piştgiriyê ya Jinan a Şaredariya Sûrê (KADEM) bi hevkariyê navenda Perwerde dû Lêkolînê ya Teşhîsa Zû ya Pençeşêra Memikan a Nexweşdaneya Dewletê (KETEM) ji bo jinên li navçeya Sûrê ya Amedê dijî perwede da.

Perwerdehiya ji aliyê Şaredariya Sûrê û KETEM’ê ve hat dayîn li şaredariya Sûrê dest pê kir. Dr Rojda Budak perwerde da û diyar kir k udi pençeşêra memikan de teşhîsa zû gelek girîng e.

Budak da zanîn ku pençeşêra memikan pir zêde bi jinan re tê dîtîn û wiha got: “Ji bo pêşîgirtina vê nexwşiyê riya herî baş teşhîs e. Divê hun jin xwe muane bikin û nexweşiya xwe ferq bikin.Em dikarin van cudahiyan wiha rêz bikin:

Guherîne bi memikan de pêk tê, girse, hesasiyet. Di van rewşan divê teqez serî li doktor bê dayîn. Bi teşhîsa zû mirov dikarin zû xwe rizgar bikin.” Budak rêbazên muanê nîşanê jinan da û diyar kir ku divê bi awayekî rêk û pêk jî di bin kontrola doktoran de der bibin.

Budak wiha got: “ Kesên qet zarok neaniye dinê an jî yên k udi ser 30’yî re zarokan tînin rîska wan a bi pençeşêrê bikeve zêde ye. her wiha di bin temenê 25’an de pir kêm tê dîtin û bi temen re zêdebûn çêdibe.”

Piştî perwerdehiyê Budak pisên jinan bersivan û broşur li jinan belav kir.