Li Amedê dê konferansa jinan bê lidarxistin

Li Amedê dê konferansa jinan bê lidarxistin

2’emîn Konferansa Jinan a Rêveberiya Herêmî û Ekolojiyê bi armanca ku di majara polîtîkayên azadiya zayendê de dema pêş plan bikin dê di navbera 26-27’ê gulanê de pêk were.

Li Sumerparqê bi daxuyaniyekê hate dayîn û Şaredara Dêrsîmê Edîbe Şahîn, cigira şaredariya Êlihê Gulîstan Akel, şaredara Nisêbînê Ayşe Gokhan, şaredara Licê Fîkrtiye Aytîn, şaredara Êgilê Petek Çapanoglu, şaredara Baglarê Yuksel Baran, wekîla şaredara Pirsûsê Hulya Demîr, şaredara Sixkê Nezahat Erguneş, wekîla şaredariya Qoserê Şerîfa Al, seroka Meclisa Giştî ya Navendî a Amedê Fatma Sumbul û Seroka Gitşî ya Meclisa Navendî ya WAnÊ SEmîra Varli tevli civînê bûn.

Şardara Dêrsîmê Edîbe Şahîn di daxuyaniyê de diyar kir ku dê di navbera 26-27’ê gulanê de 2’emîn Konferansa Jinan a Rêveberiya Herêmî û Ekolojiyê lidarbixin û di konfensê de dÊ pratîkên xwe yên du salan bi nirxînin û dê ji bo pêşerojê jî planan bikin. Şahîn da zanÎn ku piştî hilbijartinÊn 2009’an 5 şaredarên jin, 40 endamên meclisa şareariyê û yên giştî bi û bi gitşî 500 jin hatine girtin û got ligel vê xebatên wan bê navber hatine meşandin.”

Şahîn di berdwamiya axaftina xwe de wiha got: “Her çiqas têkoşîna rêxistibûna jinê ji aliyê pergalê ve bê astengkirin jî têkoşîna jinan her tim berdewam kiriye. Di roja me ya îro de hê jî jin rastî şîdeta fîzîkî û psÎkolojÎk tên. Jin her tim ji derveyî biryartinê tên hiştin. Sedam vê jî dewlet, malbat, zihniyet û îdeolojiye.”

Şahîn anî zimanku di têkoşîna azaidyê de jî jina kurd di her warî de têkoşîn daye û her qad veguherandiye qada têkoşînê û wiha pê de çû: “Em bi biryarin kul i hemberî dewleta serdet ya ku jin bi zagonan kiriye bin zextan civaka ahlaqî û polîtîk ava bikin. Di pêvajoyên hilbijartinan de em dê ji bo kotaya jinê têkoşîna xwe bidomÎnin. Bi taybetî di hilbijartinên 2009’an de ji bo afirandina polîtîkayên inan pêngavên girîng avêtine.”

Şahîn di dawiya axaftin xwe de wiha got: “Rêveberiyên herêmê hewldanên girînbûn. Di her qadê de me pêşiya jinê vekir. Di xizmetÊn şaredariyê de û peymanÊn sendîkayan de me xalên binpêkirina mafÊ jinan lê zêde kir. Ji sedî 40 kotaya zeyandê me li qadên xizmetê bicih kir.”