Li Amedê dayîka 6 zaroka mirî hate dîtin

Li Amedê dayîka 6 zaroka mirî hate dîtin

Li navçeya Pasûr ya Amedê dayîka 6 zarokan a binavê Xetîce Atakli, li mala xwe bi tifinga nêçîrê hatî kuştin, hate dîtin.

Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin, li gundê Çaglayan yê ser bi navçeya Pasûrê ve dayîka 6 zarokan ya binavê Xetîce Atakli ya 35 salî, li mala xwe bi tifinga nêçîrê kuştî hate dîtin. Dayîka ku ji aliyê xizmên wê ve rakirin Nexşxaneya Dewletê ya Pasûrê, jiyana xwe ji dest da û ji bo otopsiyê cenaze şandin Saziya Tiba Edlî ya Amedê.

Hate îdiakirin ku Atakli xwe întîhar kiriye.