Li Afganîstanê parlamentera jin rastî êrîşa xwekujî hat

Li Afganîstanê parlamentera jin rastî êrîşa xwekujî hat

Li Afganîstanê parlamentera parêzvana mafê jinan Şukriye Barakzayî rastî êrîşa xwekujî hat. Di êrîşa xwekujî ya heta niha kesî negirtiye ser xwe ji malbata Barakzayî ku 3 kes hene 22 kes birîndar bûn. Her wiha 3 kesan jî jiyana xwe ji dest da.

Li paytexta Kabîl a Afganîstanê êrîşeke bombeyî ya parlamentera parêzvana mafê jinan Şukriye Barakzayî kir armanc rû da. Parlamentera jin ku ji çalakiyê rizgar bû, 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da. Ji malbata Barakzayî ku 3 kes hene 22 kes birîndar bûn.

Parlamenter Şukriye Barakzayî ya ji bo mafê jinan têdikoşe heta niha gelek caran gefên mirinê lê hatibûn xwarin.

Şukriye Barakzayî ya perwerdeya Jeolojî û arkeolojî dîtiye, di salên 1996-2001’an de dema Talîbanan li welêt teror pêş dixistin, ji bo zarokên keç bi dizî dibistanek vekiribû.