Li Şirnexê jinan tundiya polîsan şermezar kirin

Li Şirnexê jinan, binçavkirina rojnamevan û jinan a di çalakiya 25’ê Mijdarê de şermezar kirin.

Jinan xwest li Şirnexê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navnetewî e meşekê li dar bixin. Lê polîsan êrîşî meşê kirin. Polîsên ku qedexeya “çalakî û aktîvîteyan” a walîtiyê weke hincet nîşandan, destûr neda meşê. Li ser vê yekê jinan li Qada Omer Kabak dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Polîsan nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Dûrgût û Omer Akin, nûçegihana JINNEWS’ê Rozerîn Gultekîn û 21 jin binçavkirin.

Navên jinên hatine binçavkirin wiha ne: Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan, Hevseroka HEDEP'ê ya Hezexê Elfesya Nas, aktîvîsta TJA'yê Guler Tûnç, Hevseroka DBP'ê ya Şirnexê Zîlan Yaman, Hevşaredara Hezexê ya ku li şûna wê qeyûm hatî tayînkirin Songul Erden, Hevseroka HDP'ê ya Hezexê Evîn Erden, Hevseroka HDP'ê ya Silopiyayê Asuman Kulter, Songul Kuçukî, Meryem Eşkara, Ayşe Atabay û ji Meclisa Dayikên Aştiyê ya ku paşnavê wê nehat zanîn Hatîce. 

‘HEVALÊN ME BI ÊŞKENCEYÊ HATIN BINÇAVKIRIN’

Bi daxuyaniya li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hate dayîn êrişa polîsan hate şermezar kirin. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Şirnexê Newroz Ûysal Aslan, diyar kir ku 21 kes bi lêdanê hatine binçavkirin û wiha got: “Walîtiya Şirnexê û miduriyeta polîsan hevalên me yên jin bi êşkenceyê binçavkirin. Em van pêkanînan qet qebûl nakin. Li vir dixwazin dengê jinan bibirin. Lê êşkence, zext û binçavkirina wan têra nake ku dengê jinan bê birîn.” 

Ûysal, da zanîn ku wênekêşên rojnamevanan hatine şikandin û desteserkirin û wiha got: “Li dijî tundiyê em weke jinên kurd têdikoşin û dê têkoşîna me bidome. 21 kes hatin binçavkirin. Heta hevalên me yên hatine binçavkirin neyên berdan em ê di nobetê de bin.” 

Piştî daxuyaniyê girse li ber avahiya partiyê 10 deqîqeyan çalakiya rûniştinê li dar xist. 

Çalakiya rûniştinê bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadiyê” bi dawî bû.