Li Şengalê komxebata jinan
Jinên Êzidî û yên ji Iraqê li Şengalê kom bûn û ji bo têkoşîna hevpar a li dijî DAÎŞ’ê bang kirin.
Jinên Êzidî û yên ji Iraqê li Şengalê kom bûn û ji bo têkoşîna hevpar a li dijî DAÎŞ’ê bang kirin.
TAJÊ bi slogana ‘Yekîtî û têkoşîn mîsogeriya parastinê ya jinan e’ li navçeya Til Ezer a Şengalê komxebateke jinan li dar xist.
Ji Bexda, Mûsûl, Kerkûk û Şengalê gelek saziyên civakî û endama Partiya Eniya Têkoşîna Demokratîk Dilpak Îsmaîl jî di nav de geles kes tevlî komxebatê bûn.
Endama Koordînasyona TAJÊ Riham Heco di destpêka komxebatê de axivî.
Hecodiyar kir ku têkçûna DAÎŞ’ê ya li Hesekê divê wekî encama têkoşîna hevpar a hemû jinan were dîtin û got “QSD’ê li Girtîgeha Sînaayê bi Pêngava Gurzê Gelan careke din DAÎŞ têk bir. Em jinên Êzidî û yên ji Iraqê ji ber vê serkeftinê QSD’ê û bi taybetî YPJ’ê pîroz dikin.”
EM DÎROKA BERXWEDANA JINAN BINIVÎSIN
Heco di axaftina xwe de got “Em ji bo nîqaşkirina siyaseta qirkirinê û kirinên wê yê li ser jinên Rojhilata Navîn hatine ba hev. Wê pîroziya vê axê me jinan bike ye û wê di têkoşîneke hevpar de me bigihîne ba hev.Em jin bi têkoşîna hevpar û hevgirtina xwe dikarin li hemberî siyaset û îdolojiyên ku gelan û baweriyan bera ber hev didin, xwe rêxistin bikin.
Dîroka koletiya jinan nehatiye nivîsandin lê dîroka berxwedanê li benda nivîsandinê ye. Em jin heke em dest bidin hev, em dikarin vê dîrokê binivîsin. Me jinan di şerê li dijî DAÎŞ’ê de nîşan da ku jin dikarin di şer û serfiraziyê de pêşengtiyê bikin.”
Şemsê Necar a ku Êzidiya Başiqayê ye û li Bexdayê encama rêxistineke civakî ye got “Jinan di dîrokê de bi saya têkoşîna xwe gelek qanûn guherandin. Di şeran de herî zêde jin mexdûr bûn. Dest û qirika jinan xistin zincîran, her tişt li ser navê namûsê hate kirin. DAÎŞ’ê êrişî Êzdayetiyê kir, jin li sûkan hatin firotin, tecawizî wan hate kiri. Ev hemû sûcê mirovayetiyê ne. Heta niha jî rêya darizandinê nehat vekirin û sûcdar nehatin darizandin.”
Piştî axaftina jinên ji Mûsûl, Bexda û Kerkûkê hatibûn, sînevîzyona li ser fermanê hate nîşandan.
Piştî navberê wê komxebat dîsa bidome.