Li Şehbayê konferansa jinên Êzidî ya duyemîn hate lidarxistin

Yekîtiya jinên Êzidî ya herêma Efrînê û bi tevlîbûna jinên Şengalê û Helebê konferansa xwe ya duyemîn li herêma Şehbayê li dar xistin.

Yekîtiya jinên Êzidî ya herêma Efrînê bi tevlîbûna jinên Şengal û Helebê îro seat 9.00'an li kempa Serdem a herêma Şehbayê konferansa xwe ya duyemîn li dar xistin û pankartên, ''' Bi rihê berxwedana serdemê em ê têkoşîna jinên Êzîdî geş bikin", " Berxwedana Leyla Guven bû sembola jinên cîhanê''.

Her wiha wêneya her sê jinên têkoşîna azadiyê Sekîna Cansiz, Fîdan dogan û Leyla Şeylemaz ên ku li Parîsê bi planeke qirêj Şehîd bûbûn, hatin hildan.

Destpêkê deqîqeyek rêz li ser hemû şehîdên têkoşînên azadiyê hate girtin.

Ji aliyên zarokên Êzidî lavayên Olî hate xwendin. Piştre bi navê rêveberiya Yekîtiya jinên Êzidî Sûad Hiso axaftin hate kirin û hemû jinên cîhanê û jinên Kurd silav kir û got, ''slava min ji hemû jinên Cîhanê re û bi taybet jinên Kurd re heye. Her wiha em jinên Êzidî berxwedana Leyla Guven pîroz dikin."

Piştre Fîlmek li ser jinên Êzidî hate nîşandan. Li gorî agahiyan wê sîstema navxweyî ya yekîtiya jinên Êzîdî were xwendin

Konferens heta seat 16.00'an wê berdewam bike.