Li Îtalya, Awûstûrya û Belçîkayê coşa 8'ê Adarê

Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê, li bajarê Graz ê Awûstûryayê û li bajarên Bruksel, Lîege û Antwerpen ên Belçîkayê 8'ê Adarê hate pîrozkirin.

Pîrozbahiya li bajarê Mîlano yê Îtalyayê, Komîteya Kurd a Mîlano jî tevlî bû.

Di çalakiyê de ku li qada Dûomoyê saet di 18:00 de pêk hat, pirsgirêkên jinan hatin vegotin.

Bi navê Komîteya Kurd a Mîlano Hazal Koyûncûer axivî û şehîda Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê Sakîne Cansiz û şoreşgerên jin ên şehîd bûn hemû bi bîr anî.

Koyûncûer destnîşan kir ku li her devera faşîzmê lê heye divê jin li refên berxwedanê bin û pirsgirêkên jinan vebêjin.

Di mîtîngê de ku dirûşma "Jin, jiyan, azadî" hate qîrîn, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KJAR'ê hatin hildan.

GRAZ

8'ê Adarê li bajarê Graz ê Awûstûryayê jî hate pîrozkirin. Peyamên rêxistinên jinan hatin xwendin û girseya gel ji Haûptplatzê heta Grîesplatzê meşiya.

BRUKSEL, LÎEGE, ANTWERPEN

Li bajarên Bruksel, Lîege û Antwerpen ên Belçîkayê jî jinên Kurd 8'ê Adarê pîroz kirin. Li her sê bajaran çalakî tevî rêxistinên jinan ên Ewropî hatin lidarxistin û belavokên TJK-E'yê hatin xwendin.