Li Îranê di salekê de 37 hezar keç bi darê zorê hatin zewicandin

Hate ragihandin ku li Îranê sala borî 37 hezar zarokên keç ên temenê wan ji 15’an biçûktir e bi darê zorê hatine zewicandin.

Berpirsa komîsyona jinan a parlementoya Îranê Pervaneh Salahşorî got, “Li gorî îstatîstîkan sala borî 37 hezar zarokên keç ên ku temenê wan di biniya 15’an e, hatine zewicandin.”

Salahşorî got ku, “Zewaca van zarokên ku temenê wan hê nebûye 15 rê li ber gelek kêşeyan vedike: devjihevberdan û bîmayîn van kêşeyan girantir dike.”

Li gorî ajansa nûçeyan a Îrnayê, Salahşorî got ku, “Zewaca di temenê biçûk de, zarokan dixe nav jiyana kesên navsere û ev zarok ji bo jiyanê nikarin sûd û tecrubeyê werbigirin.”

Salahşorî diyar kir ku sala borî 175 hezar kesan dev ji hev berdane û got, “Li gorî îstatîstîkan di navbera 2,5 milyon û 5 milyonan de jin di yekmalbatê de dijîn. Ji ber ku ne xwediyê kar in, ev tişt xisarê dide wan.”

Di serê meha Gulanê de têkildarî zewaca zarokan îstatîstek hatibû belavkirin. Li gorî ajansa nûçeyan a Îsnayê Saziya Qeyda Nifûsê ya Neteweyî diyar kiriye ku tenê li Tehranê di sala 2017’an de 1.481 zarok hatine zewicandin. Di nav vê hejmarê de 1.463 zarokên keç hene.

Rêxistineke saziya civakî ya ku li Îranê mafên zarokan diparêze diyar kiribû ku di sala 2009’an de 43.459 zarokên keç ên temenê wan nebûye 15, hatine zewicandin.

Di Cotmeha 2013’an de Konseya Mûhafîzên Şoreşê destûr dabûn ku bavek piştî ku zarokeke ne ya wî xwedî dike, piştî 13 saliyê dikare pê re bizewice. Piştî şoreşa Îslamî ya di sala 1979’an de temenê zarokan ji bo zewicandinê yê keçan 13, ê kuran jî bûbû 15. Piştî wê salê her sal bi hezaran zarok bi darê zorê tên zewicandin.