Her sal 239 hezar keç ji ber xemsariyê li Hîndîstanê dimirin

Lêkolîneran diyar kirin ku li Hîndîstanê her sal 239 hezar zarokên keç ji ber xemsariya zayendîperestiyê dimirin.

Lêkolîna li ser mijarê li kovara The Lancetê hate weşandin. Yek ji nivîskarên lêkolînê Christophe Guilmoto yê ji Zanîngeha Parîs Descartesê got, "Cihêkariya li ser zayendîperestiyê ava bûye, pêşî li jidayikbûna wan nagire. Lê belê, dibe sedem ku zarokên keç hîn zû bimirin."

Hîndîstan weke yek ji wan cihan tê naskirin ku kurtaja ji ber zayenda pitik gelekî tê kirin. Lêkolîner li ser şêweyên xemsariyê vê agahiyê didin: Nayên têrkirin, ji tedawiyê bêpar tên hiştin û derziyên ji bo parastina ji nexweşiyan li wan nayê xistin. Ev yek rêjeya mirinê li nava zarokên keç zêde dike. Herî zêde jî li herêmên xizan ev rewş heye. Bi taybetî bandorê li bakurê welêt dike ku xwendin û nivîsandina li wir kêm e.