Li Êrîvanê civîna 8'ê Adarê: Divê em rêxistiniyê geş bikin
Jinên li Êrîvanê civîna 8'ê Adarê kirin. Di civînê de peyam hate dayin ku li Ermenîstanê rêxistiniya jinan were geşkirin.
Jinên li Êrîvanê civîna 8'ê Adarê kirin. Di civînê de peyam hate dayin ku li Ermenîstanê rêxistiniya jinan were geşkirin.
Li paytexta Ermenîstanê Êrîvanê, Yekîtiya Jinên Azad, ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li gel jinên Ermen, Asûr, Ukraynî, Rûs, Gurcî û Hindî civînek kirin.
Endama Yekîtiya Jinên Azad Seyrana Celad diyar kir tekoşîna jinên Kurd li Kurdistanê û hemû îhanê berbelav bûye, ji bo hemû jinên cîhanê Bûye mînak û got, ''Ev bi Rêber Apo bûye.''
Nûegihan Lîanna Mîhoyan jî diyar kir ew Yekîtiya Jinên Azad giringiyê didin ku li Ermenîstanê ne tenê ji bo jinên Kurd, dixwazin bi jinên ji gelên din re jî bixebitin.
Hevseroka Komîteya Kurdistanê Îlla Tovmasyan jî got, ''Jinên Kurd bêhtir rêxistinî ne û ji bo azadiya hemû jinan têdikoşin. Em jî dixwazin bibin xwedî rêxistinî û têkoşîneke wiha û bi jinên Kurd re bin.''
Zemfîra Mîrzoyeva ku li meclîsa Ermenîstanê parlamentera gelê As^r re got, ''Em jin divê berevaniya xwe bikni û têkoşîna xweş geş bikin.''
Santoş Arora ku li zanîngehê dersa zimanê Hindî dide got, ''Ji bo ku em heqê xwe bi dest ve bînin divê em li mala xwe rehet nerûnin. Her tim divê em têbikoşin.'