Li 7 bajarên Bakur çalakiyên 25'ê Mijdarê

Li 7 bajarên Bakur çalakiyên 25'ê Mijdarê

Li 7 bajarên Bakurê Kurdistanê çalakiyên 27’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li hember Şîdeta li dijî Jinan hatin lidarxistin. Çalakiyên rengîn ên bi wesîleya 25’ê Mijdarê li Colemêrg, Ebex, Artemêtê, Êlih, Licê, Silopiya û Meletiyê pêk hatin.

COLEMÊRG

Navenda Jinan a Binevşê ya girêdayî Şaredariya Colemêrgê li ber deriyê navenda jinan a bi beşdariya jinan û zilaman platformek hate lidarxistin. Alîkara Hevşaredara Colemêrgê Derya Çîftçî Rêvebera Navenda Jinan a Binevş Civaknas Ozgul Dogan, Hevseroka DBP’yê ya Colemêrgê Bêrîvan Akboga û Endama Meclîsa Jinan a DBP’ê Zeynep Besî tevlî platformê bûn û bi zimanên Kurdî û Tirkî gotûbêj li ser wate û girîngiya 25’ê Mijdarê hatin kirin.

Jin û zilamên beşdarî çalakiyê bûn li ser wate û girîngiya rojê axaftin kirin û pirsên weke “Ji bo xurtkirina piştevanî û têkoşîna jinan li Colemêrgê divê çi bê kirin? Namûs çi ye? Çima em tundiyê pêk tînin? Sedema zêdebûna cinayetan çi ye? Hûn çima zewaca zarokatiyê qebûl dikin? Tundî tenê ji bo jinan e? Çanda tecawizkirinê her ku diçe zêde dibe, bi ya we çima?”

Di gotûbêjên hatin kirin de hate diyarkirin ku zilam zextê li jinan dikin.

EBEX

Li navçeya Ebex a Wanê jî bi pêşengiya DOKH’ê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de konferansek pêk hat. Konferans li Salona Şaredariya Ebexê pêk hat û Hevşaredar Sûna Atabay, Faruk Demîr, Serokê DBP’yê ya navçeyê Abbas Atsak, Civanknas Bêrîvan Kiliçaslan, Civaknas Evîn Ozgur, hevparên DOKH’ê tevlî konferansê bûn. Konferans bi axaftina Hevşaredar Sûna Atabay destpê kir. Atabay bal kişand ser tundiya li ser jinê. Atabay bal kişand ser berxwedana Rojava ya bi heybet a jinan û got: “Hevala me Arîn Mîrxan yek ji mînakên  têkoşîna jinên Kurd e.”

ARTEMÊTÊ

Li navçeya Artemêtê ya Wanê jî, DOKH û şaredariyê bi wesîleya 25’ê Mijdarê dest bi çalakî û şahiyan kir. Di çarçoveya çalakiyan de biyografiya Ceylan Onkol a 12 salî ya ku sala 2009'an li navçeya Licê ya Amedê hate qetilkirin, a li ser tabelayê hatibû nivîsandin, hate çikandin.  Piştî merasîmê, sînevîzyona axaftinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên têkildarî jinan hate guhdarkirin.

ÊLIH

Şaxa KAMER a Êlihê têkildarî kampanyaya “Ew gund gundê me ye” ya bi armanca perwerdeyê bidin jinên 272 jinan û bi armanca bala bikişînin ser zewaca di temenê biçûk de, li Mado Cafeyê daxuyaniyek da çapemeniyê.  Li gel endamên KAMER’ê û dilxwaz tevlî civîna çapemeniyê bûn. Seroka KAMER’a Êlihê Nezahat Kapucî axivî û diyar kir ku bi armanca hemû zarok bixwînin, di temenê biçûk de nezewicin û êdî cinayetên namûsê pêk neyên, me dest bi vê kampanyayê kirine. Her wiha di civîna çapemeniyê de banga tevlîbûna çalakiyên 25’ê Mijdarê kirin.

LICÊ

Xebatkarên Navenda Jinan a Nûjiyanê ya girêdayî Şaredariya Licê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de banga tevlîbûna çalakiyên ku wê bên lidarxistin kirin. Xebatkarên Navenda Jinan a Nûjiyanê bi erbaneyan ve li taxan geriyan û banga tevlîbûna çalakiyan kirin.

SILOPIYA

DOHK’ê li ber avahiya DBP’ê ya navçeya Silopiya ya Şirnexê daxuyaniyek da çapemeniyê. Hevseroka DBP’yê ya Navçeya Silopiyayê Asûman Kutler axivî û bang li her kesî kir ku tevlî meşa 25’ê Mijdarê ku wê saet di 13.00'an, li ber avahiya DBP’ê destpê bike û heta Kolana Sanatê berdewam bike, bibin.

MELETÎ

Bi pêşengiya Platforma Jinan a Demokratîk a Meletiyê di çarçoveya çalakiyên bi wesîleya 25’ê Mijdarê de pêşangehek a wêneyan hate vekirin. Pêşangeha li Parka Soykanê hate lidarxistin bi vekirina pankarta “Berxwedan û piştevanî didome, têkoşîn mezin dibe” destpê kir. Seroka Şaxê Meletiyê ya Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal Songul Tunçdemîr bal kişand ser tundiya li dijî jinan û diyar kir ku çalakiyên wan wê berdewam bikin.