Konferansa Netewî ya Jinên Kurd a 2’yemîn, li bajarê Hewlêrê bi tevlibûna gelek jinên ji her aliyên Kurdistan û derveyê welat dest pê kir bi axaftinan didome. Konferansa Jinan a Netewî ya 2’yemîn, li bajarê Hewlêrê bi axaftinan didome. Parlementera Amedê û endama Komîteya Amadekar a Konferansê Leyla Zana, piştî konseran axivî. Zana wiha got; “ “Konferansa me, bi serê xwe ji bo jina kurd bi serê xwe ronesansek e. “
Konferansa jinên Kurd bi beşdariya Konferansa Netewî ya Jinên Kurd a 2’yemîn, li bajarê Hewlêrê bi tevlibûna gelek jinên ji her aliyên Kurdistan û derveyê welat dest pê kir, bi axaftinan de didome. Di nava beşdaran de Hevseroka BDP’ê û nunerên hemû rêxistin û saziyên jinên Kurd cih digirin.
Piştî Endama Komîteya Amadekar a Konferansê Emîne Zikrî xêrhatina jinan kir, Parlementera Amedê Leyla Zana axaftina vekirina konferansê kir û bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinan ji bo yekitiya neteweyî.
Parlementera Amedê Leyla Zana di axaftina xwe ya di konferansê de got ku Konferans ji bo jina Kurd ronensansek e û got; “Bi tevî destpêkirina axaftina xwe, hêvîdar im ku yekîtiya me, hebûna me, têkiliyên me û hevaltiya me her tim berdewam bike. Ti xebatên li Kurdistanê, bi qasî xebatên derbarê jinan de min heyecan nake. Ji ber ku hebûna jinê di hemû civakan de rola sereke dilîze.”
Zana got; “Helwesta we ya îro ku ez jê re şahid im, bêguman, berhema têkoşîna jinê nîşan dide. Divê em vî rihî wenda nekin. Di encama şerên yekemîn û duyemîn ên cîhanê, axa me hate parçekirin. Dewletên herême, bawer dikirin ku gel wê ji bo îstikrara wan, dev ji îrade û azadiya xwe bedrin. Lê wekî hûn jî dizanin, ger azadî tunebe, wateya îstikrarê jî tuneye. Rihê vê sedsalê, îradeya azad, ya gelan e. Di cîhana du qutib de, dema çareseriyên îktîdarî yên yek-navendî têk çû. Mifta azadî, aramî û ronahiyê, demokrasî ye. Di cîhana me ya îro de tu hêzek nikare li dijî vê rewabûnê, berxwedana demokratîk û daxwazên gelan xwe li ser piyan bihêle. Divê kurd di nav xwe de yekîtiya xwe çêkin.”
Zana got ku gelê kurd êdî ne ew gel e ku li derdorên çiyayên bi heybet ji hev dûr bijîn ango êdî ji hev dûr, ji hev qut najîn û wiha domand; “Em Kurdistaneke yekrengî ku tenê ji kurdan re be, xeyal nakin. Em Kurdistaneke rengîn bi hemû dewlemendiyên etnîk, olî û mezhebî xeyal dikin û yekîtiyeke Azad û demokratîk hêvî dikin. Li ser axa ku em lê dijîn tu pirsgirêkên me bi gelan re tuneye. Pirsgirêk, bi têkoşîn û nerazîbûna me kurdan, li hemberî dewlet û têgihîştina wan heye. Em nikarin vê axê biterikînin. Axa me û hebûna me li ser vê erdê ye. Divê em kurd ji hevdu netirsin. Divê rêxistinên kurd dev ji pêşdaraziyên li hemberî hevdu bedrin. Ku bûne sedema fetisandineke siyasî. Rastiyeke heye ku bê avakirina bîr û baweriya navxweyî, ne mumkin e ku mirov bikaribe ber bi rêya yekîtiyê ve bimeşe û asta dixwaze bidest bixe. Bang li hemû sazî û rêxstinên jin dikim ku tevahiya Kurdistanê hembêz bikin. Îdamên li Îranê, dilê me bi êşa ku dermankirina wan ne mumkun e, tijî dike.”
Parlementer Zana berdewam kir; “Gelê me yê li Suriyê, bê navber di nav çalakiyan de ye. Li Tirkiyê jî, şer, zext, binçavkirin û tecrîd li dijî kurdan didome. Tecrîd, weke tê zanîn, sûcekî giran ê mirovahiyê ye.”
TECRÎDA LI SER OCALAN DI ROJA 300’EMÎN DE YE
Zana bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û got; “Ev ji 300 rojî zêdetir e Birêz Ocalan di tecrîdê de ye. Di girtîgehan de mixabin şoreşger, parlementer, şaredar û hevalên me yên hilbijartî hene. Nûnerên Koma Hewldanê Fatma Kurtulan û Çaglar Demîrel hê Jî di girtîgehê de ne. Her cureyên zor û zextên li dijî jinê, hovîtî ye û nayê qebûlkirin. “