‘Leyla li ber xwe didin û dîrok nû dibe’

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Dilzar Dîlok, Ozan Mizgîn a ku di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de şehîd bûye û Leyla Qasim bi bîr anî ya ku ji aliyê rejîma Baasê hatibû qetilkirin. Dîlok bal kişand ser berxwedana Leyla Guven a li dijî tecrîdê jî.

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Dilzar Dîlok, Ozan Mizgîn a ku di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de şehîd bûye û Leyla Qasim bi bîr anî ya ku ji aliyê rejîma Baasê hatibû qetilkirin.

Dîlok bi wesîleya Meha Şehîdan roportaj da ANF’ê û Ozan Mizgîn a ku di 11’ê Gulana 1992’an de di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de şehîd bûye û Leyla Qasim bi bîr anî ya ku di 12’ê Gulana 1974’an de aliyê rejîma Baasê hatibû qetilkirin.

Dîlok bal kişand ser grevên birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo berxwedana Leyla Guven got ku, “Leyla li ber xwe didin, dîrok nû dibe.”

Di roportaja bi Dîlok de ev gotin derketin pêş:

PKK PARTIYA ŞEHÎDAN E

“Berxwedanê her kêlîka dîroka me, ji nû ve ava kir. Dema em bi giştî lê binihêrin, tê dîtin ku PKK partiyeke şehîdan e. Rêber Apo bi vejîneke dîrokî, partiya me PKK, wekî partiya şehîdan rave kir. Ji ber ku partiya me li ser bîranîna şehîdan hatiye avakirin. Pêngavên dîrokî yên her serdemê bi nirxên pîroz derketin holê. Her pêngav bi şehîdan geş bû. Dema ku em qala berxwedanan dikin em berxwedanên beriya xwe jî wekî bingeha hebûna xwe diyar dikin.  Di vir de berxwedana Zarîfe, Besê û Leyla Qasiman dibe şaxên herî xurt ên dara dîrokê. Divê em çîrok û bîranînên wan ji bîr nekin. Heke em fikr û hest û berxwedana wan ji bîr bikin, em ê wateya dîroka wan jî ji bîr bikin. Ji bo ku em ji bîr nekin divê em her dem qala çîroka wan bikin.

ŞERVANA HUNERMEND: OZAN MIZGÎN

“Ez Hozan Mizgîn bi hurmet bi bîr tînim a ku ji demên destpêkê ve di nav têkoşîna me de bû û ji şer heta hunerê her xebat bi awayekî milîtanî dimeşand û di 11’ê Gulana 1992’an de şehîd bû. Di şexsê wê de ez hemû jinên berxwedêr û çalakger silav dikim.

Dema mirov qala heval Mizgîn dike, dengê wê tê guhê mirov. Banga wê ya ‘Lo hevalo’ tê mirov. Di gavê de heval Mizgîn dibe nota û gotinek. Ew ne bi tenê keseke dengxweş bû. Newayên Hozan Mizgîn banga azadiyê ye. Piştî şehadeta wê jî li ser wê klam hatine çêkirin. Ozan Mizgîn bi kesayetiya xwe ya hunermend, tevlî nav karwanên nemiran bûye.

Ozan Mizgîn kûryetî ji heval Mazlûm Dogan re kiriye û di akademiya leşkerî ya Mahsûm Korkmaz de perwerde bûye û xwe ji her cure qadên têkoşînê re amade kiriye. Li Ewropayê xebatên çandî kiriye û huner birêxistin kiriye. Di wan salan de heval Mizgîn gelek kes birêxistin kiriye. Di sala 1987’an de tevlî kongreya Yekîtiya Jinên Welatparê bûye . Yekemîn fermandarê eyaletê ya jin e. Di salên 1988 û 1989’an de bi navê fermandara eyaletê derbasî eyaleta Mêrdînê bûye. Herî dawîn di 11’ê Gulana 1992’an de li Tetwanê di malekê de, di şer de şehîd bûye. Bi wesîleya meha şehîdan ez heval Mizgîn careke din bi hurmet bi bîr tînim.

LEYLA QASIM JI BI HEZARAN LEYLAYAN RE BÛ NAV

Divê em qala Leyla Qasim jî bikîn.Leyla Qasim li gundekî biçûk ê Başûrê Kurdistanê ji dayîk bûye û bûye şahida qirkirina rejîma Iraqê ya li ser Kurdên Başûrê Kurdistanê. Leyla Qasim tevlî nav xebatên Yekîtiya Xwendevanên Kurdistanê bûye û piştre bûye pêşmerge. Baweriya wê ya ji bo azadî û serxwebûna Kurdan bûye sedem ku li dijî serdestan şer bike. Rejîma Baas di 28’ê Nîsana 1974’an de Leyla Qasim û 4 hevalên wê girtine û li ser wan êşkenceyeke mezin kiriye. Bedena Leyla hatiye jêkirin lê Leyla li ber xwe daye û teslîm nebûye. Leyla dizanibû ku teslîmnebûn derbeya herî mezin ya li hemberî dijmin e.

GOTINÊN DAWÎ YÊN LEYLAYÊ

Leylayê ji bo dijmin ev gotibû: ‘Min bikujin, lê vê jî bizanibin ku, bi hezaran Kurd hene ji xewa mirinê şiyar bûne. Ji ber ku ez canê xwe fedayî azadiya Kurdistanê dikim, ez kêfxweş û serbilind im.”

Bersiva pêwîst dabû dijmin û gotibû; ‘Eger li vê cîhanê ji karekî ku ez lê jovan bibim ew e ku; ji bo hê zêdetir têkoşînê ji bo gelê xwe nekir û zû mirin e. Ji ber temenê biçûk ku zêde xizmet nekirin e. Eger hinek hebin lêborînê jê bixwazim ew jî gelê Kurd e. Ji ber ku bi qasî pêwîst ji bo doza xwe nexebitîm.

LEYLA GUVEN Û ÇALAKVANÊN ROJIYA MIRINÊ MÎRASÊ LEYLAYAN IN

Xeta azadiya jinê mîna çemekî ye yê ku diherike. li Bakur Sema bû Leyla, dîsa li heman axê bû Leyla Walî (Viyan). Leylayên Kurd ên li hember mêtingeriya Ereban li ber xwe dan, Leylayên Filistînî li dijî dagirkeriya Îsraîlê li ber xwe dan bûn yek. Îro jî Leyla Guven bi berxwedana xwe vîna xwe ya bê emsal raber kiriye. Berxwedana Leyla Guven a piştî nîv sedsalê û şûnde dest pê kir, bû weke hêjayî navê xwe ya jinên Kurd. Berxwedana Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo 6 meh li pey xwe hişt. Dema em li jinên PKK’yî yên dest bi rojiya mirinnê kirine binêrin, li Nesrînê, Ardilê û Zozanê binêrin. Kî/ê dixwaze Înanaya rast bibîne bila li van mirovan binêrin, li van jinan binêrin. Her tişta lê digere wê bibîne.”

JI DERVEYÎ SERKETINÊ VEBIJÊRKEK DIN NÎNE

Berxwedana jinên Kurd, hestyariya dîrokî, hêviya wê ya qayîm ji bo hemû gelan bûye hêvî, rêya her kesê ronî kiriye. Rêya derketina ji tarîtiya faşîzmê ronî kir. Di vê rêyê de ku bi bedena xwe ronî kirîn, bi rûmet dimeşin. Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi kedeke mezin a jinan ber bi serketinê ve dimeşe. Bi hêviyeke mezin dimeşin. Dibêjin ku ji derveyî rêya serketinê ti vebijêrkek din nîne û wisa dijîn. Di vê wateyê de ti ked, ti gav û ti dirûşma bê qîrkirin wê vala neçe. Leyla dîrokên dinivîsin, dîrok zindî dibe. Cesaret li her derê kom dibe, belav dibe.”