Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, ev 12 sal in, ji bo ku şerê li Kurdistan û Tirkiyeyê bi dawî bibe têdikoşe. Berdevka însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Amedê ku di 1’ê Îlona 2000’an de hate avakirin Havva Kiran diyar kir ku di vê pêvajoya 12 salan de hikûmeta AKP’ê di polîtîkayên şer de israr kiriye û got; Erdogan bi salane tiştekê ku neanî serê me nema! Ne got, jin, ne got zarok êrîş kir. Gelek endamên me hatin girtin. Rastî êrîşê hatin.” Kiran bang li dayikên tirk kir û got; “Werin em bi hev re biçin çiyê.”
BANGA OCALAN YA KU BILA DAYIK BIKEVIN DEWRÊ
Bi wesîleya salvegera avakirina Însiyatîfê Kiran ji ANF’ê re axivî û beriya 12 salan wiha vegot: “Têkoşîna me bi 15 dayikan dest pê kir. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotibû bila ‘Dayik bikevin dewrê’. Me guh dan van gotinên Ocalan. Me ev bang watedar dît. 15 dayikên zarokên xwe wenda kiribûn hatin cem hev û gotin ‘Êdî bes e’. Ji bo şer bi dawî bibe rêxistinbûn hewce bû û ketina dewrê ya dayikan ji her tiştî girîngtir bû. Me got ger zarokên me bimirin em jî amade ne ku bimirin.”
Kiran da zanîn ku pêşî li Stenbol, piştre jî li Amed û Wanê xwe bi rêxistin kirine û wih got: “Niha 14 cihên me hene. Ev hemû destkeftî ne. Êdî li her bajarî dayik dengê xwe bilind dikin. Em her diçin mezin dibin û xwe bi rêxistin dikin.”
8 DAYIK DI GIRTÎGEHÊ DE NE, HINEK RASTÎ TACÎZÊ HATIN!
Kiran destnîşan kir ku ligel ji bo aştiyê hewl dane jî rastî hemû zextan hatine û wih got: “Di sala 2004’an de li dijî operasyonên artêşa tirk bi koma Mertalên Zindî re em çûn Çiyayê Kato. Piştî em ji vê çalakiyê vegeriyan ez hatim girtin. Bi mehan di girtîgehê de mam. Lê dîsa jî em nesekinînin. Du sal berê me zincîr jî kir. Xwestin me girtinê bitirsînin piştî vê çalakiyê. Ev 5 sale dayikên girtî hene. Niha 8 dayikên aştiyê di hundir de ne. Tu sûcê yekê jî tune. Dernexistin dadgehê jî. Her dayikek nêzî 10 salan cezayê wan heye. 12 sal ne pêvajoyek hêsan bû.”
Kiran da zanîn ku li Edeneyê dayikek 75 salî rastî tacizî hatiye û wiha got,: “Li Edeneyê ligel ku tu sûcê wê tune bû jî dayikek 75 sal girtin. Zarokê wê şehîd ketibû. Gundê wê hatibû şewitadin. Piştre em hîn bûn ku ew tacîz kirine. Li kîjan welatî ev tişt hatiye dîtin. Lê dema mijara gotinê kurd bin her tişt rewa tê dîtin. Ne dayik, ne zarok ne jî jin guhdarî kirin. Li gel pirsgirêka şer û aştiyê ji bo mafê jin û nasnameya jinê jî têkoşîna me çêbû.”
ERDOGAN HEQERETÊ LI DAYIKÊN KURD DIKE
Kiran diyar kir ku Serokwezîrê tirk Erdogan her ku wan bi bîr tîne heqaretê li wan dike û wiha got: “Hurmeta wî ji bo dayikan tune. Zarokê me kîmyayê dikuje. Em cesedan nas nakin. 14 cenaze hêj li morgê ne em nas nakin. Gelo dayikek cenazeyê zarokê xwe nas neke, wê dayikê tîne çi halî. Erdogan ligel van derdan jî, dibêje ev dayik derewan dikin. Gelo qet ji xwe şerm nake? Ger wijdana wî hebûya ev nedigot. Wî çawa ji bo dayika xwe rondik dibarand. Lê yên di temenê dayika wî de dema digirîn ji bo wî sexte ye. Her tim li ser ol rantê dike. Her tim xwe hilbijartinan difikire. Nabêje ev zarok dimirin. Hebe tune be xwe ji bo serokwezîrtiyê amade dike.”
NELET LI ERDOGAN BE
Kiran wiha pê de çû: “Em dayik bê navber dixebitin. Hikûmetê her tişt anî serê me, lê em dîsa dixebitin. Lê pirsgirêk her diçe mezin dibe. Dewlet vê nabîne. Pirsgirêk zêde bû lê kurd jî bi hêztir bûn. Êdî dayik jî xwe bi rêxistin dikin. Îro zarokekî kurd jî pêvajoyê dikare vebêje. Ji ber ku kurd her tim bi pirsgirêkan mezin bûne. Erdogan pirsgirêkê çareser nake. Me kon li Deriyê Çiyê vegirt. Konên me jî kirin binçavan. Sûcê me çi bû? Me got bila mirov nemirin. Lê wan êrîşê me kirin. Bila nelet li Erdogan be. Bûye bela serê mirovan. Erdogan hewl dide dersa olê bide me. Li ser ol siyasetê dike. Dema zarokên xelkê dimirin ew temaşe dike. Zarokên wî li ku ne?”
JI BO DAYIKÊN TIRK BANG: WERIN EM BI HEV RE BIÇIN ÇIYÊ
Kiran di dawiya axaftina xwe de da zanîn wan zarokên xwe ji bo ku bê kuştinê xwedî û mezin nekirine û wiha got: “Me xwest zarokên me di hawireke azad de bijîn. Lê em cesedên zarokên xwe yên şewitandî dispêrin axê. Wê demê jî em behsa aştiyê dikin. Gelo ji vê jî şerm nakin? Ez bang li dayikên tirk dikim. Bila dayikên tirk rastiyê bibînin. Bila bizanin êşa me yek e. Bila werin em bi hev re biçin çiyê. Banga min ev e.”