'Kuştina jinê weke xwekuştinê nîşan didin'

Li Wanê di nava salekê de 7 bûyerên xwekuştina jinê bi rengê 'gumanbar' hatin qeydkirin. Rêxistinên jinan dibêjin ku bûyer xwekuştin nîne, lê belê kuştin e. Di nava salekê de 22 jin hatin qetilkirin.

Li Wanê bûyerên kuştina jinê ku sala dawî zêde bûye, rewşeke metirsîdar nîşan dide.

Seroka Komeleya Jinê ya Van Star Serap Guvenç têkildarî bûyerên kuştina jinê agahî da û diyar kir ku mêr ji bo serweriya xwe bidomîne zextê li jinê dike. Guvenç anî ziman ku sîstema çandî civakî ya li dora çanda baviksalariyê jî jinê paşguh dike û got, "Mêr ji bo sîstema heyî biparêze jinan dikuje. Li her devera cîhanê binpêkirina mafê jiyanê ya herî giran kuştina jinan e. Tundiya li jinê li her devera cîhanê di nava her netewe, etnîk û nifşî de dibe sedema mirina mirovan. Jin her roj li cîhanê ji aliyê hevser, partner an jî endamên din ên malbatê ve tên kuştin. Li Tirkiyeyê (Bakurê Kurdistanê jî di nav de) sala 2019'an 474 jin, di şeş mehên destpêkê yên sala 2020'an de jî 52 jin hatin kuştin. Li Wanê di nava salekê de 22 jin hatin qetilkirin. Di nava salekê de hate îdîakirin ku 7 jinan xwe kuştine. Li gorî me xwe ne kuştine, ew hatine kuştin."

HIN BÛYERÊN KUŞTINA JINÊ YÊN LI WANÊ

Li Wanê çend ji bûyerên kuştina jinê yên sala dawî:

Canan Akar, 2'ê Tîrmeha 2019'an li Wan/Payîzavayê li odeya xwe bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Canan Akar a 19 salî salek bû ku zewicî bû.

Sîbel Varli ya 23 salî ku dayika zarokekê bû, 14'ê Tîrmeha 2019'an li navçeya Erdîş a Wanê hate îdîakirin ku xwe kuştiye. Jin a ciwan ji ber tundiya ku ji hevserê xwe didît dixwest ku cihê bibe.

Suphan Boz a 26 salî ku li taxa Şahbagi Beyuzumu ya navçeya Tûşbayê dima, di 31'ê Çileya 2020'an de bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Hate hînbûn ku Boz zewicî bû û hevserê wê timî tundî lê dikir. Boz piştî ku bi rengekî bi guman birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêmê, lê jiyana xwe ji dest da.

Gulay Elçî ya li taxa Alîpaşa ya navçeya Rêya Armûşê di 20'ê Sibata 2020'an de li malê bi rengekî bi guman mirî hate dîtin. Hate îdîakirin ku Elçî li malê xwe bi lûleya gaza xwezayî ve daliqandiye û xwe kuştiye.

Hacer Metîn (23) li mala xwe ya li taxa Hatûniye ya li navçeya Rêya Armûşê 2'ê Nîsana 2020'an jiyana xwe ji dest da. Mêrê ku pê re zewicî bû piştî ku hate destgîrkirin, li dû wergirtina îfadeya wî hate berdan. Mirina wê bi rengekî bi guman hate qeydkirin.

Li mala li taxa Kevenlî ya navçeya Rêya Armûşê di 17'ê Nîsanê de dengê çekê hate bihîstin û cîranan bang li polîsan kirin. Tîmên tenduristiyê û polîs hatin herêmê û dîtin ku N.A. jiyana xwe ji dest daye. Mirina N.A. jî weke bi guman hate qeydkirin.

Ceren Atli jî 9'ê Gulanê li taxa Îstasyonê ya Qelqeliyê bi çekê hate kuştin. Hate îdîakirin ku xwe kuştiye û piştî otopsiyê cenazeyê wê hate veşartin.