Li gelek bajarên Ewropayê Kurdistanî û dostên wan bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) daketin qadan û êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê SMO yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.
HAMBURG
Li bajarê Hamburg ê Elmanyayê bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên SMO yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek hate lidarxistin.
Bi sedan çalakvanên Kurd û Elman beşdarî meşa ji aliyê pêkhateyên Meclîsa Jinan a Hamburgê Rojbîn ve hat lidarxistin, bûn.
Beriya meşê parlamentera Partiya Çep a Hamburgê Cansû Ozdemîr axivî û diyar kir ku dirûşma "Jin Jiyan Azadî" êdî ji dirûşmekê derketiye û bûye manîfestoya azadiyê ya jinên cîhanê û her wiha ji bo desthilatdaran bûye kabûs.
Cansû Ozdemîr anî ziman ku êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên li ser Rojava ji ber tirsa ji Şoreşa Jinê ye û destnîşan kir ku di dawiyê de yê bi ser bikeve wê gelê Kurd û jinên Kurd bin.
Nivîskar û çalakvan Anja Flach diyar kir ku di encama hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de cara duyemîn bi sed hezaran mirov koçber bûne û li herêmê trajediyeke mirovî hatiye jiyîn û got, “Roj roja xwedîderketina li gelê Kurd e.”
Parêzer û namzetê hilbijartinên pêş ê Partiya Çep a Hamburgê Yavûz Fersoglû jî anî ziman ku divê demildest piştgiriya çek û aborî ya ku dewletên rojavayî didin desthilatdariya Erdogan a faşîst bê rawestandin. Fersoglû wiha axivî: “Zarokên me tên qetilkirin û welatê me tê bombekirin. “Hûn jî bi qasî Erdogan sûcdarên vê komkujiyê ne.”
Piştre jî li gel pankartên “Komkujiya li Rojava rawestînin”, “Parastina Rojava parastina mirovahiyê ye”, alên mezin ên TEV DEM û YPG’ê hatin vekirin û bê navber dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Terorîst Erdogan” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.
Meş li taxa Altoona bi berzkirina dirûşm û tilîliyan bi dawî bû.
AMSTERDAM
Li ser banga TJK-E’yê ya ji bo parastina Rojava bi sedan Kurdistanî û dostên Kurdan ên Hollandî li paytexta Hollanda Amsterdamê hatin ba hev û êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin.
Girseya ku beşdarî çalakiya ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurd a Hollandayê (YJK-H) ve hat lidarxistin bûn ji Leîdspleînê heta Qada Damê meşiyan. Di çalakiyê de bi zimanên Kurdî, Îngilîzî û Hollandî daxuyanî hatin dayîn.
Di çalakiyê de bê navber dirûşmên "Terorîst Erdogan", "EU financeerd Turkey bombardeed", "Jin Jiyan Azadî", “Woman Life Freedom” û "Bijî berxwedana Rojava" hatin berzkirin.
BREMEN
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Rojava li bajarê Bremen ê Elmanyayê hate şermezarkirin. Kurdistanî û dostên wan bi pêşengiya Înîsiyatîfa Riseup Fur Rojava-Defend Kurdistan Bremen, Meclîsa Jinê ya Sêvê û Gemeinsam Kampfenê li Hauptbahnhof ê Bremenê li hev civiyan û heta Domsheîdeyê meşiyan.
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê, ji nûnertiya PYD'ê ya Bremenê Şêrzad Elo axaftinek kir. Elo wiha got: “61 sal in civaka Sûriyê xeyal dike ku ji rejîma Baasê rizgar bibe û di atmosfereke demokratîk de bijî. Piştî ku ev rejîm hat rûxandin, me dît ku dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê yên di bin desthilatdariya AKP-MHP’ê de êrîşî Minbicê kirin. Dixwestin êrîşî Şehba û hemû axên ku Kurd lê ne bikin û destkeftiyên Kurdan ji holê rakin. Em îro li vir in û ji dewleta Tirk a faşîst re dibêjin em li dijî karê we yê qirêj in. Em ê Sûriyeyeke demokratîk ava bikin. Em ê mafên gelê Kurd biparêzin.”
Di meşê de bê navber dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana YPG’ê”, "Bijî berxwedana YPJ’”ê, "Bijî berxwedana QSD’ê”, "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî berxwedana Minbic" û "Bijî berxwedana Kobanê" û “Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.
SAARBRUCKEN
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê, bi meşeke girseyî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar kirin.
Di axaftinên beriya meşê de hat gotin, "Em li ku dibin bila bibin, em soz didin ku em ê destkeftiyên gelê xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin.”
Piştre ji ber Galeriya Europa dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Terorîst Tirkiye” hatin berzkirin..
FRIEDRICHSHAFEN
Li bajarê Friedrichshafen ê Elmanyayê, Kurdistanî û dostên wan tevî barana zêde û hewaya sar, êrîşên çeteyên faşîst ên Tirk ên li ser Rojava şermezar kirin. Di mîtînga ku bi dehan kes lê amade bûn de timî dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" û "Qatil Erdogan" hatin berzkirin.
ROUEN
Li bajarê Rouen ê Fransayê êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava hatin şermezarkirin û berxwedana YPG û YPJ’ê hat silavkirin.
Di daxuyaniyên bi zimanên Fransî û Kurdî de hate destnîşankirin ku Rojava ji pêvajoyeke dijwar re derbas dibe û wê çarenûsa hemû Kurdistanê diyar bike. Hat diyarkirin ku divê hemû mirovahî xwedî li Rojava derkeve û tevlî berxwedanê bibe.
Çalakvanên Fransî yên di çalakiyê de axivîn gotin, “Li ser navê mirovahiyê em hemû deyndarê Rojava ne. Divê em Rojava bi tenê nehêlin, li dijî dagirkeriyê di nava têkoşîneke hevpar de bin."
Di çalakiyê de dirûşmên "Terorîst Erdogan", "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî Serok Apo" û "Jin jiyan Azadî" hatin berzkirin.
KOLN
Êrîşên dagirkeriyê û hewldanên komkujiyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî Rojava li bajarê Kolnê yê Elmanyayê bi meşekê hate şermezarkirin.
Kurdistanî û dostên wan bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd ên Demokratîk (YJKE) û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê li Hauptbahnof ê Kolnê hatin ba hev. Di çalakiyê de pankartên “Defend Rojava”, “Bijî berxwadana Rojava”, “United Agrinst Turkish Fascism” hilgirtin û alên YPG, YPJ û QSD’ê hatin vekirin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê bi dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Faşîst Erdogan" û "Jin Jiyan Azadî" meşiyan.
Girseya ku heta kolana Ehrenfeldê meşiyan bi dirûşmeyên xwe bala derdorê kişandin ser xwe. Piştre girse bi berzkirina dirûşman dîsa vegeriya Hauptbahnhofê û çalakiya xwe domandin.
Li ser navê TJK-E Ayten Kaplan û li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk Mariya Muller bi Elmanî axaftin kirin. Piştî axaftinana çalakî bi dawî bû.
NURENBERG
Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê li dijî êrîşên li ser Rojava çalakî hate lidarxistin. Bi tevlîbûna girseya gel, mîtîng veguherî meşê.
Di çalakiyê de wiha hat gotin, "Rojava bi ruhê Kobanê li ber xwe dide, ruhê Kobanê mizgîniya Kurdistanê ye. Êrîşên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Rojava wê dawiya wan bîne.”
Di meşê de sirûdên şoreşgerî hatin gotin û bê navber dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana YPG’”ê, "Bijî berxwedana YPJ’ê” hatin berzkirin.
BREGENZ
Kurdisatanî û dostên wan li bajarê Bregenz ku paytexta eyaleta Vorarbber a Awusturyayê ye, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşiyan.
Meş bi pêşengiya Komeleya Çandê ya Sara û Der Funke ya Awusturalyayê hate lidarxistin. Di meşê de danezanên bi Elmanî hatin belavkirin û gelek caran dirûşmeyên “Biji Berxwedana Rojava”, “Biji Berxwedana Kurdistanê” û “Dîktator Erdogan” hate berzkirin.
Pişt meşê li ser navê girseyê Mesut Elih daxuyanî da û xwest ku destkeftiyên gelê Kurd ên li Rojava bê naskirin û êrîşên çeteyên dewleta Tirk û çeteyên SMO’yê bên rawestandin.
ROMA
Zêdeyî 50 hezar kesên ku li paytexta Roma Îtalyayê li hev civiyan, bi yek dengî qanûna ewlehiya DDL ku hikûmeta Melonî dixwaze di çarçoveya qanûna torbe de pêk bîne, protesto kirin. Komîteya Kurd a Romayê, UIKI û tora Rete Kurdistan ya dostên Kurd ên Îtalî ku beşdarî çalakiyê bûn, êrîşên Rojava şermezar kirin û xwestin demildest şerê ku dewleta Tirk û çeteyên wî li dijî Rojava pêk tîne were bidawîkirin. Nûnerê ku li ser navê Rete Kurdistan axivî wiha got: “Bi şerê ku li Rojava destpê kir re dixwazin tişta ku çeteyên DAÎŞ’ê nekarî bike, bi destê çeteyên Tirk pêk bînin. Divê pergala li Rojava ku projeya pêkvejiyanê ye, ji aliyê dewletên netewe ve were naskirin û demildest di çarçoveya piştevaniya bi gelên Rojava re çalakî bên lidarxistin.”
Meş bi dirûşmeya “Biji berxwedana Rojava” û tilîliyan dewam kir.
FREIBURG
Kurdisatanî û dostên wan li ser banga TJK-E’yê û bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Nûda bi beşdariya komên Elman ên çep ên cuda li Europa Platzê li hev civiyan. Girse bi şîara “Rojava û Şoreşa Jinê Biparêzin” meş û mîtîng li dar xist.
Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk û komên cîhadîst ên li ser Rojava hatin şermezarkirin. Danezana Tevgera Jinê ya Ewropayê di dema meşê de gelek caran hate xwendin û li kesên derdor hatin belavkirin. Di çalakiyê de peyamên komên çep ên Elman ên beşdarî çalakiyê bûn, hate xwendin.
Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadi” û “Biji Berxwedana Rojava” hatin berzkirin.
INNSBRUCK
Li Eyaleta Tirol a Awusturyayê ji bo piştevaniya bi Rojava re stand hat danîn. Kurdistanî û dostên wan li Kolana Marisa Terresia ya bajarê Innsbruckê ji bo piştevaniya bi Rojava re û şermezarkirina dagirkerî û komkujiyan standa Roj a Sor danîn. Di stanê de wêneyên ku komkujî û êrîşên dagirkeriyê belge dike, hatin pêşandan û ji bo agahdakirinê li ser komkujiyên di dema dagirkirina dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Rojava de axaftin hatin kirin.
Li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Innsbruckê Egîd Dêrik axivî û wiha got: “Niha pêwîstiya madî û manewî ya gelê me yê Rojava heye. Gelê me yê ku dixwaze alîkarî bike, eger li ser Roj a Sor a Kurdistan alîkariyên xwe bikin wê baştir be.”
STRASBOURG
Li bajarê Strasbourg ê Fransayê bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên SMO yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî hate lidarxistin.
Kurdistanî û dostên wan ên ku li ser banga Komuna Jinê ya Zîn a Strasbourgê li Place Bourse hatin ba hev. Di çalakiyê de pankartên ku balê dikişîne ser şoreşa Rojava, alên PKK'ê û posterên Rêber Apo hatin hilgirtin. Di çalakiyê de timî dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Dewleta Tirk faşîst, qatil Erdogan" û “Ji Kurdistanê re çareseriya siyasî” hatin berzkirin.
Di çalakiyê de daxuyaniya Komuna Jinê ya Zîn hat xwendin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku destkeftiyên li Rojava bi têkoşîna jinên Kurd û bi dayîna berdêlan hatine bidestxistin û hat gotin ku dijminatiya dewleta Tirk a li hemberî Kurdan veguheriye qirkirinê.
Li ser navê Nouveau Front Populaire (Eniya Gel a Nû) parlamenterê Parlamentoya Ewropayê Emmanuel Fernandes axivî. Fernandes bal kişand ser îdeolojiya azadiya jinê, ekolojîk û jiyana hevpar a şoreşa Rojava û xwest ku YE bi lezgîn mudaxeleyî êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava bike.
Parlamentera Partiya Keskan a Strasbourgê Sandra Regol ku piştgirî da çalakiyê, diyar kir ku aktorên herî girîng ên maseya çareseriyê ya li Sûriyeyê bê avakirin Kurd in û got ku êrîşên li ser Rojava nayên qebûlkirin.
Çalakî bi berzkirina dirûşm û banga mezinkirina berxwedanê bi dawî bû.
KASSEL
Li bajarê Kassel ê Elmanyayê ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Rojava meşek hate lidarxistin. Meş bi pêşengiya YJK-E û Women Defend Rojava pêk hat.
Gel li ber Bahnhof ê Kasselê li hev civiyan û heta Konsolosxaneya Tirk a Kasselê meşiyan. Di meşê de diyar kirin ku divê êrîşên li dijî Rojava demildest rawestin û ger neyên rawestandin wê çalakiya xwe bidomînin.
Çalakvanan di meşê de alên YPG, YPJ û TCŞ’ê gelek pankart hilgirtin û timî dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Terorîst Erdogan” û “Jin, Jiyan, Azadî; Bijî YPG, Bijî YPJ” berz kirin.
Meş piştî daxuyaniya çapemeniyê ya li ber Konsolosxaneya Kasselê bi dawî bû.
HANOVER
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojava bi meş û mîtîngekê hate şermezarkirin.
Kurdistanî û dostên wan beşdarî mîtîng û meşa bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê li Opernparkê bûn. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan axaftinên kurt hatin kirin. Di axaftinan de êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojava hatin şermezarkirin.
Di çalakiyê de daxuyaniyên bi zimanê Elmanî hatin xwendin û b”ê navber dirûşmên “Bijî berxwedana Gerîla", "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana YPG/YPJ", "Terorîst Erdogan", "Terorîst Tirkiye", "Qatilê zarok û jinan Erdogan", "Şehîd. namirin" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.
LIMPERTSBERG
Li bajarê Limpertsberg ê Luksembûrgê Kurdistanî û dostên wan li ber Konsolosxaneya Tirk çalakiya piştevaniya bi Rojava re li dar xistin. Di çalakiyê de li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Alan Sîdar axivî û diyar kir ku erka herî bingehîn a welatparêziyê parastina gel û welatê xwe ye û got, polîtîkaya qirkirinê ancax bi hêzeke rêxistinkirî dikare were pûçkirin. Tevî hemû provokasyonên xebatkarên konsolosxaneyê jî gel bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Qatil Erdogan", "Jin Jiyan Azadî" çalakî bi dawî kir.
BERLÎN
Li paytexta Elmanya Berlînê Kurdistanî û dostên wan li hev civiyan û êrîşên li dijî Rojava şermezar kirin.
Di çalakiya ku li ser banga Meclîsa Jinê ya Dest Dan li qada Hermannplatzê hat lidarxistin de, ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku pergala Konfederalîzma Demokratîk a bi pêşengiya jinên şoreşger ên Rojava hatiye avakirin, yekane rêya derketina ji krîzê ye.
Girse ji Hermannplatzê heta Qada Kottbusser Torê meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî berxwedana gelê Kurd" hatin berzkirin.
VIYANA
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê li ser banga Meclîsa Jinan a Avesta, bi sedan Kurdistanî û dostên wan êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û berxwedêrên Rojava silav kirin.
Girse li Christian-Broda-Platz kom bû û heta Neubaugasse meşiyan. Di meşê de alên mezin ên YPG û YPJ'ê, wêneyên Rêber Apo, pankarta "Rojava biparêzin" hilgirtin û timî dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" berz kirin.
Beriya meşê ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin û piştre axaftin hatin kirin.
Agirî Kobanê diyar kir ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ti carî ranaweste û berxwedan wê her tim bidome û got, "Berxwedana gelê Kurd heta bi destxistina azadiyê wê bidome û em ê layiqî berxwedana Kurdistanê bin."
Endama Meclîsa Jinan a Avesta Nurcan Guleryuz jî got, "Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) û Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin, bi êrîşa li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hewl didin Sûriyeyê parçe bikin û wiha got: “Em banga hevgirtinê li her kesî dikin. Jinên Rojava ji bo cîhanek adil û wekhev têdikoşin û divê em piştgiriyê bidin vê berxwedanê û azadiya gelan biparêzin.”
Endama Parlamentoya Eyaletê ya Keskan Heidi Sequenz ku beşdarî meşê bû, di axaftina xwe de got: “Rojava dikare ji bo hemû Sûriyeyê modeleke dewleta laîk, demokratîk û femînîst. Em destwerdana Tirkiyeyê û piştgiriya wê ya ji bo milîsên Îslamî şermezar dikin, divê Komîsyona Ewropayê bi zelalî vê rewşê şermezar bike.”
Meş bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” bi dawî bû.
KIEL
Li bajarê Kîel ê Elmanyayê bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojava, meşek hate lidarxistin.
Kurdistanî û dostên wan beşdarî meşa ku ji aliyê Meclîsa Gel a Kîelê ve hat lidarxistin bûn. Di axaftinan de hate diyarkirin ku divê li dijî her cure komkujî û kiryarên qirkirinê yên li ser Rojava derkevin.
Di meşê de pankarta “Stoppt den Krieg der Turkei in Kurdistan, Die Revolution Verteidigen!, Solidarität mit Kobane” hate hilgirtin.
Di meşê de dirûşmên "Terorîst Erdogan", "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Rojava", "Terrorist Turkei", "Jin Jiyan Azadî", "Bijî berxwedana YPG’ê", "Bijî berxwedana gerîla" hatin berzkirin. Di çalakiyê de banga mezinkirina berxwedanê hate kirin.
TRONDHEIM
Kurdistanî û dostên wan ên Norwêcî li ser banga Kurdistan Kultur Forening li bajarê Trondheimê daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Rojava şermezar kirin. Di mîtînga li Deriyê Nordre hat lidarxistin de berxwedana gelê Rojava hat silavkirin.
MUNÎH
Li bajarê Munîh ê Elmanyayê, bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wî SMO yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek hate lidarxistin. Dostên enternasyonalist daxuyanî dan û xwestin şerê li Kurdistanê bê rawestandin.
Di çalakiyê de daxuyaniyên ji aliyê TJK-E û KCDK-E ve hatibûn amadekirin, hatin xwendin. Di çalakiyê de timî dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana YPG’ê”, "Bijî Berxwedana YPJ’ê”, "Bijî berxwedana QSD’ê”, "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî berxwedana Minbicê” û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin.
MAINZ
Di maça Mainz 05 - FC Bayern Munîhê ya ku li bajarê Mainz ê Elmanyayê hat lîstin de, alîgirên Kurd pankarta "Ji Rojava re azadî" vekirin. Pankarta ku ji aliyê alîgirên Bayern Munîhê ve di rêzên pêş de hatibû vekirin heta dawiya maçê li cihê xwe ma. Alîgiran bi berzkirina dirûşmên Elmanî “Ji Rojava re azadî" bal kişandin ser êrîşên dagirkeriyê.