Kujerên Şadî Şoxal serbest hatin berdan
Kujerên Şadî Şoxal serbest hatin berdan
Kujerên Şadî Şoxal serbest hatin berdan
Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê (RJAK), li Silêmaniyê daxiyaniyek da û diyar kir ku, xwişkên hev Şadî û Şoxan di 02'ê Çileya 2011'an de li Nançeya Çemçemal a Silêmaniyê hatin qetilkirin û kujerê wan serbest hatin berdan.
Li Silêmaniyê di 2'ê Çileya 2011'an de li navçeya Çemçemal ya Silêmaniyê 2 jinên xwişkên hev Şadî û Şoxan hatibûn qetilkirin. Lê belê kujerên hatibûn girtin, bi hinceta delîlên derbarê kuştina Şadî û Şoxan de ne diyar in kujer serbest hatin berdan.
Ji ber berdana kujerên 2 xwişkên hev Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê (RJAK) daxuyanî da. Endama RJAK'ê Seyran Mihammed Mehmud daxuyanî xwend û wiha got: "Ev bûyer ne yekeme û ne ji ya dawî ye. Bi sedan bûyerên bi vî rengî pêk hatine. Her tim jî kujer ji aliyê dadgehê ve serbest hatine berdan. Li şûna bên darizandin û cezakirin niha serbest digerin. Em dê tu carî li hemberî vê neheqî û zilmê bêdeng nemînin. Heta ku kujer bê darizandin em dê dengê xwe bilind bikin."