Kujer li derve ne 'mehkumên azadiyê' di hundir de ne

Kujer li derve ne 'mehkumên azadiyê' di hundir de ne

Di çarçoveya pakêta darazê ya sêyemîn de der barê xalên ‘Efûya bi rêxistinkirî’ dê hincet bê nîşandan û kujerên sivîl yên Daîreya Herbê ya Taybet yek bi yek tên berdan. Bi sedan PKK’yî û endamên rêxistinên sosyalîst ku ev 20 sal in di girtîgehê de nayên tehliyekirin.

Girtiyên jin ên siyasî yên di girtîgeha Bakirkoyê de ji nûçegihana ANF’ê Zeynep Kûray a ku ew bi xwe jî di wê girtîgehê de ye, re axivîn û bertek nîşanê vê cote standartê dan. Parêzer Şaziye Onder ku li girtîgeha Tîpa L ya Bakirkoy de dimîne û di operasyonên di bin navê KCK’ê de hate girtin, diyar kir ku ev pêkanîn li dijî rêgeza newekheviyê ya xala 10’emîn a makeqanûnê ye û got divê bê betalkirin. Onder da zanîn ku bi sererastkirina qanûnê girtiyên cînayet kirine û cezayê dardekirinê girtin serbest hatine berdan, lê girtiyê siyasî ku bi hincetên pûç û vala hatin girtin bi salan in bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin.

Bi sedan girtiyên ku ceza xwarine û bi salan in di girtîgehê de hene. Ji vana hin yên girtîgeha Bakirkoy a Tîpa L ye. Dîlek Oz, Sena Mengutay, Nîbel Genç yên ku ev 18 sal in, ji doza PKK’ê girtî ne û Elî Yaş ku 18 sal e ji TÎKB girtî ye û Hiyem Yolcuku 9 sale ji TKPP/ML TÎKKO girtiye bertek nîşanê pêkanîna ku tê wateya ji bo kujeran efû, da.

BIRATIYA AKP Û MHP

Girtiya ji doza PKK’ê Dîlek Oz wiha got: “Bi salane têkoşîna me ji bo Tirkiyeyek azad û wekhev bû. Me ji bo vê bedel da. Kujer dê rehet rehet bigirin. Ev lîstika biratiya hevpar a AKP û MHP ye. Nîşandana zîhniyeta wan e. Ez 18 sal e girtî me. Hevalên min ji min zêdetir sale di hundir de ne. Sureyya Bulut, Şadiye Manap, Hanim Çeşme, Gulistan Ebdo, Laleş Çelîker, Zeynep Avci, Turkan Îpek, Mahmut Ulusan, Emîn Gurkan, Nuri Ozen û yên din... Gelo Tirkiye ji van hevalên min yên 20 sal in girtî ne agahdar e. Her kesê ku xwedî wijdane divê li dijî vê derkeve. Sererastkirine wisa tune.

JI BO KURDAN DADGEHA TAYBET

Girtiya PKK’ê Sena Mengutay jî wiha got: “Navê hin tiştan diguhere lê bingeha wê naguhere. Di salên 90’an de DGM û di salên 2000’an jî Dadgehên rayeya taybet. Îsa dîsa guherî û bû Dadgehên Herêmî. Ev bi taybet bo kurdan dê bê vekirin. 18 sal in girtî me, dadgeha ez têde hatim darizandin ji vê ne cudatir bu. Ger cuda bûya dê qanûn bihatan guhertin. Lê wisa nîne.”

LIJNEYA CEZAYÊ BO ME DIXEBITE

Girtiya PKK’ê Nîbel Genç da zanîn ku ew di salên 90’an de mahkumên muebetê hatine û wiha got: “Ez ddi 1994’an de hatim girtin. Ji xala 125’emîn hatim darizandin. Di 96’an de ceza li min birîn. Yanî em hemû piştî sala 1991’ê ji xalên 125 û 46’emîn hatine cezakirin. di salên 1970-1980’î de kesên muebet girtin bi efûya giştî hatin berdan. Lê salên 90’ê cuda dibînin. Her em di DGM’yan de hatin darizandin. Ne grî delîlan li gorî tevgera me em hatin cezakirin. Mînak di dosyeya min de mirin, kuştin tune lê ji ber ku ez di rêxistineke têkoşînê de cih digirim hatim darizandin.”

DAXWAZÊN ÇÎLERÊ HATIN CIH

Girtiya muebetê ya TKP/ML TÎKKO Hiyem Yolcu jî wiha got: “Ez ji sala 2004’an heta niha girtî me. Ez ji 3’emîn pakêta darazê tu tiştekî nabînim. Ne tiştekî cudaye ku dewletê kujer serbest berdane. Ev refleksa dewleta çîna serdest e. Çîlerê ji bo kujerên Bahçîevler Abdullah Çatli got ‘Kesê ji bo dewletê guleyê bavêje û bixwe bi şerefe’. Ev gotin jî çîna dewleta TC û neyartiya li dijî gel nîşan da.”

DIVÊ QANÛN BETAL BE

Parêzer Şaziye Oner jî di aliyê hiqûqî de li mijarê dinêre û wiha dibêje: “Ev pêkanîn Xala 10’emîn a Qanûnê li dij rêgeza wekheviyê ye.Xala 10’emîn dibêje; Hemû kes, nêrîna siyasî, baweriya felsefeyê, ol û bawerî li dijî qanûnê wekhev e. Divê ev qanûn bê betalkirin.”