Kovara jinan a bi navûdeng ELLE: Jinên Kurd şerefa cîhanê ne!

Kovara jinan a bi navûdeng ELLE: Jinên Kurd şerefa cîhanê ne!

Kovara jinan ELLE ya di salên Duyemîn Şerê Cîhanê de hat derxistin, şervanên jin ên PKK’ê bi serenaveke "Li ber xwe bide!" di nivîsekê de girtiye dest. Gerînendeya Karên Nivîsê Valerîe Toanîan, bi vê nivîsê xatir ji wezîfeya xwe ya di kovarê de xwest.

Toranîan bi hevokên, Têkoşîna PKK’yî ya 27 salî “li hember hov in DAIŞ” şer dike dest bi nivîsa xwe kir, piştî teswîrên têkildarî gerîlayên jin got, "Van jinên Kurd di salên 1990’an de li rojhilatê Tirkiyeyê ji bo avakirina dewleteke otonom a Kurd dest bi têkoşînê kirin. Îro di wê zanebûnê de ku têkoşîna azadiyê çi Kurd, Sûriyeyî, Iraqî, Misilman, Xiristiyan an jî Êzidî ji bo azadiya hemû jinan e.”

'JIBÎRNEKIRINA WAN ŞEREFA CÎHANÊ YE'

Toranîan di nivîsa xwe de behsa keça Êzidî ya 14 salî Narîn dike, diyar dike ku ev zaroka keç ji aliyê çeteyên DAIŞ hatiye revandin û bi xizmeke xwe re ji destê  çeteyên DAIŞ reviyaye.

Toranîan wiha dewam dike:

"Li hember vê laneta di navbera windakirin û rewşa nayê xuyakirin de ku divê tercîhan bikin, Têkoşîn, Narîn û gelek ji wan bi cesareteke rûmetdar şer dikin. Li Sûriyeyê di sînorê Iraqê de, jinên Kurd di nav Yekîneyên Parastina Gel de herî kêm ji sedî 40 in. Ev reqama fenomenal, cîhadîstên wer difikirin ku eger ji aliyê jinekê ve bên kuştin wê biçin cehennemê jî dixe nav panîkê.

Ev jinên çekdar di têkoşîna antî-cîhadîst de ne tenê kozeke leşkerî ne…

Serokên Birêz, Hollande û Obama, ne tenê li Iraqê divê mirov jinên berxwedêr ên li Sûriyeyê jî destek bike. Alîkariya demokratan du qatan heq dikin.  Ji ber ku ew li şûna zilaman li dijî hovîtiyê têdikoşin. Ji ber ew, ji bo bêjin di dîroka jinan de tiştek nehatiye nivîsandin li ser piyane. Û li her deverê gerstêrkê têkoşîneke azadiyê ya dirêj û kaotîk hê nû destpê dike. Jibîrnekirina wan şerefa hemû cîhana azad e. Wê meşa jinan qet nesekine.”

Valerî Toranîan di dawiya nivîsa xwe ku têbîniyek nivîsandiye, ji kovara ELLE ya 13 salên bi rê ve dibe ku vediqete bi dirûşmaya, "Bijî ELLE" diyar kir.