Koordînasyona PAJK'ê Viyan Soran bi bîr anî

Koordînasyona PAJK'ê Viyan Soran (Leyla Walî Huseyîn) bi bîr anî ku 14 sal berê roja 1'ê Sibatê li hemberî komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe dabû ber êgir.

Di daxuyaniya Kooordînasyona PAJK'ê de hate gotin, "Hevrêya me Viyan Soran (Leyla Walî Huseyîn, li dijî komploya navdewletî ya li dijî Rêber Apo çalakiya fedayî kir û tevlî xeleka ji êgir a li dora Rêber Apo bû. Di sala 14'an a şehadetê de em wê bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin. Bi têkoşîna xwe ya li ser xeta fedayî, bi azadiya Rêbertiya xwe em ê dilsoziya xwe ya bi bîranîna wê re nîşan bidin."

PAJK'ê diyar kir, Soran dîlgirtina Ocalan qebûl nekir û têkoşîna xwe ya şoreşgerî diyarî azadiya Ocalan kir. Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Hevrê Viyan yek ji kadroyên pêşeng ên tevgera me ya azadiyê bû û jineke bi rûmet bû ku kevneşopiya berxwedêr a Başûrê Kurdistanê bi xeta fedayî ya tevgera azadiyê ve girê da. Dîlgirtina Rêbertî û komplo qebûl nekir û têkoşîna xwe ya şoreşgerî diyarî azadiya Rêbertî kir. Hevrêya me Viyan wiha bang kir, 'Peyama min peyama azadiyê ye. Ez bang li we hemûyan dikim; ji bo parastina Serok Apo û serketinê, çalakî û têkoşînê geş bikin'. Gelê me bi têkoşîna xwe ya bi salan a li dijî komployê bersiv da vê bangê. Gelê Kurd dîlgirtina Rêberê xwe ti carî qebûl nekir û li dijî tecrîd û sîstema Îmraliyê timî têkoşiya.

Komploya navdewletî dikeve sala 21'an, tecrîdkirina Rêbertî jî ji her demê bêhtir hatiye girankirin û li dijî vê yekê çalakiyên berxwedanê yên mezin tên kirin. Li ser şopa Leylayan ku di dîroka me ya azadiyê de her pêşengî kirin, bi pêşengiya Leyla Guven berxwedana grevên birçîbûnê li Kurdistanê û tevahiya cîhanê pêk tên. Bi van çalakiyan tê xwestin, tecrîdkirina Rêbertî bi dawî bibe û şert û mercên ji bo kar û jiyana azad jê re bên afirandin. Grevên birçîbûnê bûne dewama têkoşîna li ser xeta azadî û fedayîtiyê ya hevrêyên me yên şehîd ku li dijî dîlgirtina Rêbertî hate afirandin. Grevên birçîbûnê wê teqez bi ser bikevin, tecrîdê bişikînin û faşîzmê hilweşînin."

Koordînasyona PAJK'ê diyar kir, têkoşîn bi pêşengiya jinên Kurd roj bi roj xurt dibe û wiha dewam kir: "Jinên Kurd vê têkoşînê deyndarê şehîdên leheng in ku bi ruhê fedayî şer kirin, têkoşiyan û ji bo jinên Kurdistanî û cîhanê hiş û bîra azadî û berxwedanê afirandin. Divê were zanîn, em ê têkoşîna xwe li ser xeta şehîdên xwe mezin bikin û heta Rêber Apo yê afirînerê azadiya jinê azad nebe, em ê ji xeta xwe ya berxwedanê tawîzê nedin."

Di dawiya daxuyaniya PAJK'ê de hate gotin, "Li ser vê bingehê em gelê xwe yê welatparêz, berxwedêrên grevên birçîbûnê, çalakgeran û her kesên ji bo azadiya Rêber Apo li ber xwe didin silav dikin û bang dikin ku van çalakiyên xwe mezintir bikin. Hevrêya me Viyan Soran digot, 'Bi şertê ku her kes ji bo parastina xwe û gelê xwe, cihê xwe di eşrê rûmetê de bigire û kar bike, temînata serketinê di destê me de ye. Ji ber vê yekê her Kurdek, her rewşenbîr, rêxistin, çînên civakî, hemû bajar, gund, her kesên ji xwe re dibêje 'Kurd im', 'Mirov im' divê îsal xwedî nexşeyeke çalakiyan be. Armanca vê nexşeyê jî divê tenê azadî û serketin be. Êdî divê bêçaretî û têkçûn tine be, di sedsala 21'ê de divê em çarenûsa xwe bi têkoşîna xwe diyar bikin'. Bi vî rengî wê bersiv ji vê banga têkoşînê ya hevrê Viyan Soran re bersiv were dayin û em ê bi rengekî hêjayî şehîdên xwe têbikoşin.

Li ser vê bingehê, di şexsê hevala Viyan Soran de em şehîdên têkoşîna azadiyê hemûyan careke din bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe careke din dubare dikin ku em ê têkoşîna wan bi ser bixînin."