Koordînasyona PAJK’ê: Serfiraziya vînê nîşan dan

PAJK: Hevrêyên me yên li zindanan û li derve 6 mehan li dijî tecrîdê bedena xwe kirin bend û danîn holê, serfiraziya vînê nîşan dan.

Piştî serfiraziya bidawîkirina berxwedana grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ya ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan û şûnde Koordînasyona PAJK’ê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Di serî de Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a bi biryardariya berxwedanê pêvajoyeke dîrokî da destpêkirin, hemû şoreşgerên tevlî berxwedanê bûne, dîsa girtiyên siyasî bi heskirin û rêzdarî silav dikin û ruhê berxwedanê li wan pîroz dikin.”

Di dewama daxuyaniya Koordînasyona PAJK’ê de ev hate gotin: “ Di serî de em hevrêyên xwe Umît Acar, Yonca Akici, Zulkuf Gezen, Ûgûr Şakar, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar, Sîraç Yuksek û Mahsûm Pamay ên li dijî tecrîdê bi ruhekî fedayî yê berxwedêr a dîrokî nîşandan, hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minet bibîr tînin. Bi canê xwe parastina Rêbertiya xwe kirin û berxwedan gihandin lûtkeyê. Girêdanbûna bi Rêbertiyê re nîşandan. Soza girêdanbûn û meşîna rêça şehîdan a serketinê ronî dike bimeşin didin.

Di serî de Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a bi biryardariya berxwedanê pêvajoyeke dîrokî da destpêkirin, hemû şoreşgerên tevlî berxwedanê bûne, dîsa girtiyên siyasî bi heskirin û rêzdarî silav dikin û ruhê berxwedanê li wan pîroz dikin. Carekî din di kesayeta Leyla Guven de hêza pêşeng a civakî ya jinê ku digihîne serketinê derket holê.

Dayikên me yên xavik spî tevî hemû êrîş û pêkanînên ku rûmetê dişkînin li pêşiya girtîgehan neçûn, bûn wijdana civakê ya rabû ser lingan û dengê wan. Berxwedana dayikan silav dikin û pîroz dikin. Dayikên me yên xavik spî li dijî tarîtiya faşîzmê, bûn guleke spî ya ji nû ve vedibe, di dîroka me de cihê xwe girtin. Ev sekna bi rûmet a nirxê herî pîroz ê dayiktiyê bi berxwedanê parastin, sekna di jiyana civakî ya wekhev-azad û demokratîkbûnê de israr e. Bûn layîqî keda dayiktiyê, soza parastina nirxê herî pîroz ê dayiktiyê didin. Em heqaretên li dayikên me hatin kirin, qet ji bîr nakin, em ê li her qada têkoşîna xwe hesabê vê yekê bixwazin.

Hevrêyên me ku li zindanan û li derve ev 6 meh in bedena xwe dikine bend û danîn holê ku ew ê ti caran rê nedin tecrîdê, serfiraziya vînê nîşan dane. Berxwedana dîrokî ku bi şertên faşîzmê çêbûyî bi ser ketiye. Helwesta ku dibêje, ''jiyaneke bê Rêbertî ti caran nabe'' helwesta jinên Kurd û civakê ye. Çalakgeran careke dî nîşan dane ku dîroka azadiyê ji hêla berxwedêran ve tê nivîsin û bi ser dikevin. Bi berxwedana dîrokî re, mudahele li siyaseta komploger hatiye kirin, ku di şexsê Rêbertiya me de li ser gelê Kurd tê kirin. Li dijî desthilata faşîst a AKP ku bi zor û tundiyê dixwaze gelê Kurdistanê teslîm bigire, hêzên demokratîk ên Tirkiyê bi gef, komplo û zextê biçewisîne berevanî li vîna azad û demokrasiyê kirin. Ev berxwedaniya bêhempa di desthilata AKP'ê de şikestinek pêk aniye, rê li têkoşîna demokrasî û azadiye vekiriye, azwerî û giyan afirandiye. Têkoşîna li dijî faşîzmê aniye qonaxeke nû, eniya berxwedanê berfireh kiriye, hişmendiya têkoşîna hevpar qeyîm kiriye û bi civakê re hêvî û bendewarî geş kiriye.

Di serî de rêxistinên tendiristiyê, saziyên siyasî yên demokratîk, ji bo ku di pêvajoya tendiristî û tedawiyê ya çalakgeran de ti îhmalkarî çênebe, em bawer dikin ku wê bihistyariya hewce bi cih bînin bişopînin û em bang dikin ku peywira xwe bi cih bînin.

Çalakger ji bo xwedîderketina li Rêber Apo berpirsyariya li ser xwe zêdetir bi cih anîne, alaya berxwedanê dewrî civakê kirin. Berxwedêrên zindanan gotina xwe bi çalakiyê gotine. Niha dor dora jinan, ciwanan e ku ji bo azadiyê û guherîna demokratîk rabin ser piyan û dahatuya xwe ava bikin. Em Tevgera Azadiya Jinan a Kurdistanê heta ku şertên tecrîdê yên li Imraliyê yên li ser Rêber Apo, ku sedema hebûna me ya ji holê rabin û azad bibe, em ê çalakiyên xwe, bi navenda Rêbertî bidomînin û berxwedana civakî bidomînin. Heta ku desthilata faşîst a AKP'ê têk biçe her dever qada têkoşînê ye. Em dizanin ku heta Rêber Apo azad nebe ti pirsgirêk bi maneye rastî wê çareser nebe. Heta ku rejîma dewleta Tirk a faşîst, a yekreng, milliyetgir, zayendîparêz demokratîk nebe tecrîd bi temamî wê ji holê ranebe.

Li Tirkiyê her jin, rastî li tundiya polîtîkaya zayendîparêz û çanda tundiyê tê, di serî de saziyên siyaset û hiqûqê li ser hemû qadên jiyanê gef û zexta faşîzma AKP'ê heye. Dema wê ye ku desthilata Erdoganê dîktator derbas bibe û em derbasî azadiyê bibin. Dema wê ye ku bi avaniyên desthilatdariyê yên nêr ên faşîst re em hesab bibînin û têkoşîna azadiya jinê geş bikin. Dema wê ye ku em li dijî siyaseta zayendîparêz, milliyetgir, faşîst, milîtarîst û desteserkir re karîgetir têbikoşin. Em bang li jinan dikin ku li dijî faşîzmê em bibin yek, têkoşînê radîkal bikin û rasteqîniyeke nû ya Tirkiyê ava bikin.''