Konseya Jinên Têkoşer li Almanyayê dicive

Konseya Jinên Têkoşer li Almanyayê dicive

Li Almanyayê rêxistinên jinan di 10’emîn Hevdîtina Jinan a siyasî de tên cem hev. Saziyên jinan û jinên Rojavayê Kurdistanê dê tevlî hevdîtina ku rojan dê pêk were bibin.

10’emîn Hevdîtina Jinan a Siyasî (Frauenpolitischer Ratschlag), bi dirûşmeya ‘Jinên cîhanên tên cem hev- vîzyon pêşve diçe’ dê sibê li Almanyayê li bajarê Ludwîngsburg dê dest pê bike. Buroya Aştiyê ya Jinan a Kurd ya Cendî ku di Konseya Jinan a Penaberan de cih digire jî dê bi çalakiyên cur bi cur dengê xwe bilind bike.

JI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ DÊ JIN TEVLI BIBIN

Civîna jinan ya ku dê du rojan bidome sibê saet di 09.30’an de li Borenwîeseyê bi meşekê dê startê bike. Piştî li Pädagogische Hochschule Ludwigsburgê nûnerên rêxistinê jinan yên cuda, têkoşîna xwe ku dane dê bi panelekê vebêjin. Ji bo vê panlê ji Tevgera Jinan a Kurd ya Yekitiya Star a Rojavayê Kurdistanê nûnerek hate vexwendin. Yekitiya Star geşedanên dawî yê li Suriyeyê pêk hatine û roja jinê ya di înşakirina xweseriya Rojavayê Kurdistanê de dê parve bike.

NÛNERÊN KONSEYÊ DÊ BÊN DIYARKIRIN

Di roja yekemîn ya konferansê de Cenî dê bi jinên TEV-ÇAND’ê re atolyeyek hevpar pêşkêş bike. Di Atolyeyê de motîfên lîstikên gelerî yên kurd û Erbane dê bên hînkirin. Her wiha Atolye dê ji aliyê hunermend Sosin ve bê birêvebirin.

Roja yekşemê Konseya Jinan a Penaberan dê ji nûve bê hilbijartin. Her wiha saet ji 10.00’an şûn de Panela Îtîfaka Jinan a Navneteweyî ya IWA’yê dê pêk were. Jinên kurd jî dê wekî axaftinker tevli panelê bibin û dê mijara ‘Li hemberî emperyalîzm, mîlîtarîzm berxwendana jinê’ dê bê nirxandin. Cenî hemû jinên eleqeder vexwendiyê 10’emîn hevdîtina jiyasî ya jinan kir.

HEVDÎTINA SIYASÎ YA JINÊ ÇI YE?

Hevdîtina siyasî ya jinê li Almanyayê ji aliyê Konseya Jinên Têkoşer ve tê organîzekirin. Buroya Aştiyê ya Jinan a Kurd CENÎ jî ji sala 2005’an heta niha di nav de cih digire. Heta îro bi giranî li bajarê Dusseldorfê pêk hat. Îsal cara yekemîn li basûrê Almanyayê pêk tê. Di her hevdîtina jinan de nûnerên konseyê bi hilbijartinê tên diyarkirin.